Li Ewropayê operasyona siyasî, li Tirkiyeyê ya leşkerî
Li Ewropayê operasyona siyasî, li Tirkiyeyê ya leşkerî
Li Ewropayê operasyona siyasî, li Tirkiyeyê ya leşkerî
Di bin koordînatoriya Fransayê de ku bi Tirkiyeyê re peymana hevkariya ewlehiyê kiriye, li Ewropayê li hemberî kurdan operasyon pêk hat û 23 hatin binçavkirin û li Bakûrê Kurdistanê jî artêşa tirk ligelek cihan opersyonan pêk tîne.
Li bajarên Toulouse û Bordeaux a Fransayê di 12’ê sibatê de opersyona hevdem pêk hat û 17 kurd hatin binçavkirin. Operasyon bi talîmata dozgerên dij-terorê re, ji aliyê Midûriyeta Têkoşîna Bi Terorêre û Midûriyeta Polîsan a Edlî ya Herêma Bordeaux pêk hat.
Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin dê bibin Parîsê û hate îdiakirin ku bi sûcdariya ku di adara 2012’an de ji bo PKK’ê fon berhevkirine hatine binçavkirin.
Her wiha li Ispanyayê jî 6 kurd bi heman hincetê hatin binçavkirin. Ji van 4 heb li Madrîd, yek li Katalonya û ye jî Barselona hatin binçavkirin. Wezareta karê hundir ya ıspanyayê diyar kir ku ev operasyon bi polîsên Fransayê re tê meşandin û îdia kir ku hedef fonên ku kurdan berhevkirine.
Heman rojê li Almanyayê der barê siyasetmedarekê kurd yê girtî de lêpirsîn hat dest pê kirin.
Ev operasyon dema Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li Parîsê bi Laurent Fabîus re hevdîtin pêk dianîn pêk hat. Heman rojê Erdogan welatên Ewropayê bi ‘piştgiriyê didin terorîzmê’ sûcdar kir.
LI BAKURÊ KURDISTANÊ OPERASYONÊN LEŞKERî
L i aliyê din jî li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa tirk ve ligelek herêman di 12’ê sibatê de operasyoneke berfireh da dest pêkirin. li gorî çavkaniyên herêmî di çarçoveya operasyonê de gelek wesayîtên leşkerî hatine sewqkirin û gelek tîmên taybet û cerdevan bi helîkopteran daxistine herêmê.
Di 13’ê sibatê de jî li navçeya Licê ya Amedê û Muşê operasyona leşkerî hat destpêkirin.di saetên sibê de dengê teqîna ji herêmê hat.
Li herêma Şirnexê jî operasyoneke berfireh hat dest pêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî; duh ji Fermandariya Tumen a Sînor ya Cendermeyan helîkopterên kobra û Skorsky rabûne.
BI OPERASYONAN ‘AŞTÎ’
Ev operasyonên ku hem li Ewropayê û hem jî li Bakûrê Kurdistanê pêk tên, di pêvajoya ku behsa ‘aştiyê’ tê kirin de pêk hatin.
Artêşa tirk êrîşên xwe yên li hemberî qadên gerîla zêde kir. gundên girêdayê Qadên Parastina Medya bombebran kir. bi sedan gund hedef hatin girtin. Gund bê ceyran hiştin.
KARAYILAN: PIRSGIRÊKA KURD ÇAWA TÊ ÇARESERKIRI?
Serokê Konseya Rêveber A KCK’ê Murat Karayilan di mulakata xwe ya di 12’ê sibatê de dabû ANF’ê de der barê van operasyonan de wiha gotibû: “Her roj tên qadên parastina medya bombebaran dike. her roj li Bakurê Kurdistanê operasyonan pêk tîne. Lê cihên hevalên me tespît nakin. Vala vedigerin. Hewl didin darbê l ime bixin. Ew dibêjin heta çek di destê wan de bin operasyon dê raneweste. Ez jî vê zelal dibêjim heta operaysonên wan bidomin dê gerîla çalakiyan pêk bîne. Li vir xuyaye ku çareserî nayê xwestin.”
Karayilan Welatên Ewropayê û DYA jî rexne kir û diyar kir ku îro dewleta tirk li ser gelê kurd bikare şer bimeşîne, bi piştgiriya wan tê meşandin. Karayilan got ger ew piştgiriyê nedin dê dewleta tirk dest ji vê şîdetê berde.