Li Ewropayê li dijî Kurdan operasyonên bi koordîne

Li Ewropayê li dijî Kurdan operasyonên bi koordîne

Piştî ku li Franseyê 16 Kurd hatin binçavkirin, di encama operasyona hemwext a li Spanyayê de jî 6 Kurd hatin binçavkirin. Li Almanyayê jî lêpirsîn li siyasetmedareke Kurd hate vekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Spanyayê vehte dayin li dijî PKK’ê operasyoneke bi navê “Kapadokyayê” hatiye lidarxistin. Di çarçoveya vê operasyona li dijî siyasetmedarên Kurdan pêk hat de li paytext Madrîdê 4, li paytexta herêma Katalonyayê Barcelona 1 û li Murcieyê jî 2 Kurd hatin binçavkirin

Wezareta Spanî da zanîn ku ew bi hevkariya dewleta Franseyê vê operasyonê pêk tînin û hedefa wê fona ku ji aliyê Kurdan ve tê komkirin e.

LI FRANSEYÊ 16 BINÇAVÎ

Di operasyonên li bajarên Bordeaux û Toulouse yên Fransayê hate ragihandin ku 16 Kurd hatine binçavkirin. Balkêşe ku ev operasyon rastî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ya Parîsê hat.

 Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Ulker serdegirtinên li hemberî Kurdan piştrast kir û da zanîn ku zêdetirê deh kes hatine binçavkirin û li Bordeauxê jî bi ser komeleyeke Kurdan de girtine.

Ev operasyona li Parîsê balkêş bû ku, rastî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû hat. Davûtoglû îro bi Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurant Fabîus re hevdîtin pêkanî. Beriya vê jî gelek caran operasyon yan piştî yan jî beriya hevdîtinên rayedarên Tirk û Fransî pêkhatiye.

Di Cotmeha 2011’an di navbera Fransa û Tirkiyeyê de peymana hevkariya ewlekariyê hatibû kirin. Di vê peymana navbera her du welatan de, operasyonên li dijî Kurdan jî heye. Fransaya ku bi Tirkiyeyê re vekirî hevkariyê dike û têkildarî Kurdan hemû agahiyan parve dike, di nîva rojê de 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navenda Enformasyona Kurdistanê hatin înfaz kirin.

Bersûcê qatil Omer Guney ku gelek caran bi awayek gûmanbar serdana Tirkiyeyê kiriye û derket holê ku demboriya wî tariye. Heya niha hikumeta Ewropayê li hemberî êrîşên li dijî Kurdan tedbîrên baş negirtin. Tenê ji serê sale ve di serî de li Fransa û Belçîkayê li gelek welatan li dijî komeleyên Kurdan êrîş qewimîn. Hevkariya antî-Kurd yên hikumeta Fransa û Ewropayê yên li gel Tirkiyeyê cesaretê dide van êrîşan.

Ji sala 2007’an ve li Fransayê bi hincetên siyasî nêzî 250 Kurd hatin binçavkirin. Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn ku di Cotmeha 2012’an de li Parîsê hate binçavkirin û girtin, hêjan di girtîgehê de ye. Di nav de Partiya Komînîst ya Fransa û gelek partiyên çep û rêxistinên sivîl dixwazin peymana li gel Tirkiyeyê xirab bikin. Lê belê Partiya Sosyalîst ya di desthilatdariyê de heya niha têkildarî vê daxuyaniyek jî nedaye, polîtîkayên krîmînalîzyonê yên li dijî gelê Kurd yên di demê hikumeta Nîcolas Sarkozy dide berdewam kirin.

LI ALMANYAYÊ DORPÊÇKIRINA KURDAN

Li Almanyayê jî Dozgeriya Federal a Karlsruhe ya Almanyayê bi îdîaya ji bo PKK’ê pere kom kiriye, derbarê siyasetmedarê Kurd Abdullah S. de lêipirsîn da destpêkirin. Siyasetmedarê Kurd ê ku bi navê Hamza tê nasîn ji 27ê nîsana 2012 ve girtî ye û bi hinceta “endamê PKK’ê ye” lêpirsîn li hemberî wî hate destpêkirin.

Balkêş bû ku ev operasyonên li hemberî Kurdan piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li hemberî van welatan pêk hat.