Li Ewropayê dîplomasiya PYD'ê

Li Ewropayê dîplomasiya PYD'ê

Bi armanca vegotina rewşa li Rojavayê Kurdistanê û stratejiya Kurdan a li Sûriyê, PYD'ê li Ewropayê lez da xebatên xwe yên dîplomasiyê.

Nûnerên PYD'ê ji aliyekî ve belgeyên li ser rewşa li Rojava radestî, paralment, partiyên siyas û medyaya welatên Ewropayê dikin, ji aliyê din ve jî li cihê Kurdistanî lê dijîn civînên gel lidar dixin û hewl didin piştgiriya ji bo Rojava xurtir bikin.

Di çarçoveya vî karî de, Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanî yê li dû danûstandinên xwe yên li Awûstûryayê derbasî Swêdê bû, li parlamentê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir. Civinê çapemeniyê lidar xist û li 6 bajarên Swêdê li gel Kurdistanî û dostên wan civîn lidar xist û nêrînên PYD'ê yên li ser şoreşa Rojava vegot.

Kobanî der heqê xebatên dîplomatî yên PYD'ê yên li welatên Ewropayê de agahî da ANF'ê. Kobanî da xuyakirin ku bi destpêkirina êrîşên çeteyan re wan lez danê xebatên xwe yên dîplomasiyê û hemû komîteyên xwe bi vê armancê seferber kirine.

Kobanî diyar kir ku armanca wan teşhîrkirina armancên rêxistinên terorîst ên mîna El Nûsra û helwesta PYD û Kurdan a ji bo Sûriyê ji raya giştî re eşkere bikin. Kobanî ragihand ku wan ji Cenevreyê dest bi xebatên xwe yên dîplomasiyê kirine û bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin.

Kobanî danîn ku piştre bi Rûsyayê re ketine têkiliyê û Fransa, Almanya û Îngîlîstanê ev şopandiye û di van hevdîtinan de du dosyayên cuda pêşkêşî rayedarên dewletan kirine û did ostyan de vegotinên kesên ji komkujiyê rizgar bûne bi gotinî û li bînî nivîsa îngîlîzî cih digire.

Kobanî bi lêv kir ku di heman demê de dosya gihandine hemû saziyên çapemeniyê yên ku dikarin xwe bigihîninê û got bultena ku berê hefteyê carê di weşandindin , her roj diweşînin û xebatên wan yên dîplomasî gihiştiye armanca xwe.

Kobanî wiha got: “Li dijî êrîşên Rojava bêdengiyeke hebû. Piştî hewldanên me destpêkê Rûsyayê û piştre DYA’yê komkujî şermezar kir . Me ji wan re got ku ji Ewropayê hinek ciwanên komên oldar şandine Sûriyeyê û li wir êrîşê kurdan dikin. Me xwest li dijî tedbîr bê girtin. Ewropayiyan ev fêm kir. Li dijî êrîşên li hemberî kurdan kurdên Ewropayê dê bê deng nemînin û ji bo ev êrîş rawestin dê bikevin nava hewldanan.

ROJAVA PIŞTGIRIYEKE MEZIN DA YEKITIYA KURDAN

Kobanî di berdewamiya axaftina xwe de got bi hişmendiya ku tenê bi hewdanên dîplomatîk pirsgirêk çareser nabe tevdigerin û ji ber vê yekê jî li gelek welatên Ewropayê ji bo piştevaniya Rojava çalakî pêk anîne û wiha got: “Gelê me yê Rojava dibîne ku ne tenê ye. Kurdên Ewropayê û cîhanê piştgiriyê didinê. Ev ji bo pêşveçûna têkoşînê gelek girînge.

Piştî êrîşên li hemberî Rojava ruh û hişmendiya piştevaniya netewî ya kurdan zêdetir pêş ketiye û di van çalakiyên pêk hatine de ji her çar parçeyên Kurdistanê kes tevlibûne. Ev êrîş wekê ku li dijî hemû kurdan pêk hatiye, dîtin.  Di esasa xwe de dijmin bi vê pêkanînê em anîn cem hev. Hemû kurdên xwedî nêrînên cuda ji bo Rojava hatin cem hev. Her kes dixwaze bo Rojava tiştekî bike. Em jî ji bo Yekitiya Netewî ya Kurdan xizmetê dike.

Li dijî van êrîşan tenê di warê de leşkerî de berxwedan têr nake û divê hamleyên ku yekitiya netewî saxlem dike pêk were.  Heta îro hemû xebatên hatine kirin erênî ne û lê têr nakin. Divê em nekevin valahiyê. Divê em yekitiya netewî ya gelê kurd ava bikin. Hinek li pey hesabane . Armanca wan ev eku kurdan ji hev veqetînin û bi polîtîkaya parçekirinê qezencên kurdan têk bibe. Gelê kurd divê li dijî van kemînan hişyar be.”

LI ROJAVA ŞERÊ ŞOREŞGER YÊ GEL HEYE

Gelê kurd gelekî fedekare.  Li Rojava ji 7’an heta 70’ê her kes bo Rojava bûye seferber.  Dema ciwan di eniyê de şer dikin, extiyar jê hinek wêdetir ji wan re xwarinê çêdike. Li Rojav şerê şoreşger yê gel heye. Gelê me partiyan ji hev venaqetîne. Ciwanên me şer dikin û dibêjin emê li pişt wan bisekinin. Rojava bi ruhî têkoşîn meşand û kurdên her çar parçeyên Kurdistanê anî cem hev.

Geşedanên li Cîhanê û Kurdistanê derfetên mezin da Kurdan. Kurd êdî bi tena serê xwe dikarin dîplomasiyê bikin.  Em vê deyndarê Rojavane.  Êdî gelek welat kurdan wek hêzekê nas dike. Gelek welat ji bo bi me re hevdîtinan bike desturê dixwaze. Tirkiyeya ku bi salane me sûcdar dike û tecrîd dike neçar ma bi PYD’ê re hevditinê bike. Tevgera Azadiya Kurd di şexsê Rojava de mewziyeke nû qezenc kir.

Me bi rayedarên navenda Partiya karkeran a Demokratîk ya Sosyal a Swêdê re hevdîtinek berfireh kir û piştre jî bi Partiya Gel, Demokratên Xiristiyan, Partiya Keskan a Hawirdorê û Parlamenterên Partiya Çep re hevdîtin kir. Hemû partiyan soza ku dê li dijî êrîşên li hemberî kurdan bikevin nava tevgerê da.”

Kobanî da zanîn kurdên li Swêdê dijîn li dijî bûyerên Rojava gelek xesasin û gelek kes ji ber ku peywira xw eya li dijî Rojava neanîne cih mahcu mane û wiha got: “Me gelê xwe di mijara Rojava de agahdar kir. Em vê xebatê dê bi rêk û pêk bimeşînin. Li Ewropayê du mîlyon kurd hene. Her kes her roj 1 euroyekî bide Rojav, dê gelê me yê Rojava muhtacê kesî nebe. Ez bawerim ku dê gelê me yê Ewropa vê fedekariyê nîşan bide.”