Li Ewropayê desteka ji bo kampanya 'rojnamevanî ne sûc e'
Piştgiriya ji bo kampanya "Hûn bi vê dizanin? Rojnamevanî ne sûc e" ya ji aliyê rojnamevanan ve hatiye destpêkirin, zêde dibe. Rojnamevanên li Ewropayê jî destek dan kampanyayê.
Piştgiriya ji bo kampanya "Hûn bi vê dizanin? Rojnamevanî ne sûc e" ya ji aliyê rojnamevanan ve hatiye destpêkirin, zêde dibe. Rojnamevanên li Ewropayê jî destek dan kampanyayê.
Piştgiriya ji bo kampanya "Hûn bi vê dizanin? Rojnamevanî ne sûc e" ya ji aliyê rojnamevanan ve hatiye destpêkirin, zêde dibe. Rojnamevanên li Ewropayê jî destek dan kampanyayê.
'BI KUŞTINA RASTIYÊ DIXWAZIN BI PÊŞ VE BIÇIN'
Rojnamevan Cahît Merwan bal kişand ser zêdebûna zexta rejîma AKP'ê ya li ser medya û rojnamevanên li Kurdistan û Tirkikyeyê û got, "Rejîma AKP'ê herî zêde ji hînbûna rastiyê ditirse. Recep Tayyîp Erdogan û cûntaya wî, ji bo ji her alî ve serdest bin, nikare xwe li dengekî biçûk ê dijber jî rabigirin."
Merwan bibîr xist, ku bi dehan hempîşeyên wan ahtine girtin û rejîma AKP'ê hewl dide teror û şîdeta li hemberî rojnamevanan bi taybetî li dijî rojnamevanên Kurdistanî weke pekanîne 'asayî' nîşan bide. Merwan got, "Xuya ye ev pêlan şîdetê û terorê wê mezintir bibe. Lewma kampanya 'Hûn bi vê dizanin? Rojnamevanî ne sûc e' gelekî girîng e" û destnîşan kir, ku bi saya vê kampanyayê wê teror û şîdeta bêsînro a rejîma AKP'ê ya li ser medya û rojnamevanan deşîfre bibe û piştigirya ji bo rojnamevanên dane ser şopa rastiyê, zêde bibe.
Merwan da xuyakirin, rejîma AKP'ê li Kurdistanê hovîtiyeke bêsînor dimeşîne, herî zêde jî bi kuştina rastiyê dixwaze bi pêş ve biçe û bang li her kesên li dijî kuştina rastiyê ne, her kesên alîgirê aştî, azadî û demokrasiyê ne kir, ku destekê bidin vê kampanyayê.
'ROJNAMEVANÎ NE SÛC E, PÎŞEYEKÎ BI RÛMET E'
Nûnerê Ewropayê yê televîzyona Hayatin Sesî û rojnameya Evrenselê Yucel Ozdemîr jî da zanîn, ew piştgiriyê didin hempîşeyên xwe yên di nava şert û mercên gelekî zehmet de dixebitin û got, "Banga 'Rojnamevanî ne sûc e' di heman demê de banga me ye."
Ozdemîr ragihand, bi desteka ji Ewropayê û qada navneteweyî were dayîn re, ew hêvîdar in zexta li ser hempîşeyên wan ên li Tirkieyyê werinr akirin û got, "Bi vî rengî em ê nîşan bidin, ku rojnamevanî ne sûc e, berevajî ji bo gel bi rastiyan bihese, pîşeyekî bi rûmet e."
'RASTÎ MIROVAN AZAD DIKE'
Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Bîrcan Delal Yildiz da xuyakirin, ku rojnamevanî ne sûc e û destnîşan kir, rojnamevan ew kesên ji bo ronîkirina civakê xwe ji pirsîna ti pirsê venegire ne.
Yildiz got, "dixwazin bitirsînin. Lê belê em ê her tim rastiyan bilêv bikin, binivîsînin, ku ev yek tirsa wan a herî mezin e. Ji ber ku rastî mirovan azad dike. Ez ji hemû hevalên xwe yên rojnamevan ên dane dû rastiyê re, di vê rêya bi rûmet de serketinê dixwazim."
'ROJNAMEVAN SÛC NAKIN, SÛCÊN ERDOGAN KIFŞ DIKIN'
Ji pêşkêşvanên Stêrk TV rojnamevan Gulê Algunerhan jî ragihand, zextên dewleta Tirk ên li ser medya Kurd, ji yên salên 90'î girantir e. Algunerhan, komkujiya Roboskî, şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînên li Cizîrê, komkujiyên sûcên li dijî mirovahiyê yên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Geverê û gelek navçeyên din ên Kurdistanê bibîr xist û destnîşan kir, ku raya giştî ya cîhanê bi saya nûçeyên çapemeniya azad bi van rastiyan hesiya û Neteweyên Yekbûyî bi saya van nûçeyan daxuyanî da, ev nûçe û wêneyên wan referans nîşan da. Algunerhan diyar kir, ev yek rewşa serketî ya rojnamevan û medya Kurd nîşan dide û got, "Ji ber ku medya Kurd li ser rastiyana va bûye, bi dehan salan gelek berdêl daye û xwe gihandiye roja îro.
Algunerhan da zanîn, medya Kurd bi dirûşma "Rastî wê di nava tarîtiyê de nemînin" sûcên dewleta Tirk radixe pêş çavan û diyar kir, AKP ji ber ku ji van rastiyan ditirse, êrîşî rojnamevanên Kurd dike. Algunerhan got, "Ev belge û wêne wê di dema pêş de li dadgehên navneteweyî weke delîl werin nîşandan. Ev ê jî bibe sedem ku AKP û Erdogan bê darziandin." Algunerhan destnîşan kir, rojnamevanên Kurd sûc nakin, berevajî sûcên ku Erdogan kiriye û dike, kişf dike û banga xwedîderketina li kampanyayê kir.
'EM BI XURTÎ LI PIŞT BENDA ÇAPEMENIYA AZAD BISEKININ'
Ji TV 10 Huseyîn Narli jî destnîşan kir, ku azadiya çapemeniyê 'bingeha azadiyan' e û ragihand, rejîma Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar tîne û hewl dide çapemeniyê veguherîne dengê xwe.
Narli da xuyakirin, ku li hemberî zext û êrîşên rejîma Erdogan divê ew bi xurtî li pişt benda çapemeniya azad bisekinin û got, "Em bi xurtî tevlî berxwedana çapemeniya azad bibin."
Xwendekara ragihandin û rojnamevaniyê Sîbel Schîck û ji rojnameya Kizil Bayran Denîz Yûsûf, banga xurtkirina kampanya "Hûn bi vê dizanin? Rojnamevanî ne sûc e" kirin.