Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê berdewam dikin
Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê berdewam dikin
Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê berdewam dikin
Çalakiyên Kurdan ên li Ewropayê yên bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û destekgirtina ji raya giştî ya navneteweyî berdewam dikin. Li bajarê Îtalya Torîno meş hate lidarxistin, li bajarê Wiesbadenê yê Elmanyayê jî, greva birçîbûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.
Kurdên li bajarê Torîno yê Îtalyayê dijîn, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, meşek li dar xistin.
Girseya Kurdan, duh saet di 17.00 de, li Qada Kastelloyê li hev kom bû û bi pankart, dovîz û wêneyan ber bi Walîtiya Permonteyê ve meşiyan. Di meşê de, dewleta Tirk a ku destekê dide çeteyan hate şermezarkirin û dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re qêriyan.
Piştî meşê, li ber walîtiyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrîşan bê deng nemîne û li dijî êrîşan banga berfirehkirina çalakiyan kir. Çalakiya Kurdan bi dirûşiman bi dawî bû.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI DAXUYANIYEKE ÇAPEMENIYÊ BI DAWÎ BÛ
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Wiesbadenê, ku li ber avahiya Wezareta Navxweyî ya Eyaleta Hessenê hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de, Serhat Agirî li ser navê çalakgeran axivî û bal kişand ku li Kobanê tevlîbûna 7 heta 70 saliyan, berxwedaneke qehremanî tê meşandin û diyar kir ku bila tu kes li benda ketina Kobanê nemîne, Kobanê îro dîroka berxwedanê dinivîse.
Agirî da zanîn ku pêşeroja siyasî ya li Rojhilata Navîn bi Kobanê ve girêdayî ye û helwesta bêdengiyê ya dweletê Ewropa ya li hemberî Kobanê şermezar kir. Agirî diyar kir ku ji bo komkujiyeke din mîna Şengalê pêk neyê, divê di serî de çek, alîkarî ji Kobanê re bê şandin.
Agirî bi bîr xist ku Kurdistaniyên li seranserê cîhanê, ji bo Kobanê li ser piyan in û diyar kir ku ew dê ji bo çalakiyên xurtir li dar bixin, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînin.
Greva birçîbûnê bi dirûşiman hate bidawîkirin. Çalakger ji bo tevlî meşa ku dê li Frankfurtê bê lidarxistin bibin, bi rê ketin.