Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gelek bajarên Ewropayê destpê kirine, dewam dikin.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gelek bajarên Ewropayê destpê kirine, dewam dikin.

PARÎS

Çalakiya kon a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 7. de ye. Çalakiya li meydana Rebûplîqûe tê lidarxistin, duh ji aliyê xebatkarên saziyên baweriyan FEDA, CÎK û Parîs TEV-ÇAND'ê ve hat meşandin. Di çalakiyê de têkildarî tecrîda li ser Ocalan belavok tên belavkirin. Komîteya amadekar ji bo rojên dawî yên çalakiyê Çarşem û Pêncşemê bang saziyên li derdora Parîsê ne kir, ji bo tevlî bibin. Çalakî her roj saet di navbera 10:00-17:00 li meydana Repûblîqûe tê lidarxistin.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hatine destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de li taxa Altonayê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de bi sedan belavokên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Di axaftinên li ser navê çalakeran de daxwaza azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê hat kirin. Rêze çalakiyên li Hambûrgê wê roja 28'ê Hezîranê (îro) li Wînsenê bi mîtîngekê dewam bike. Roja Pêncşemê jî wê ji bo bîranîna Halîm Dener li ber Navenda Rote Flora çalakî were lidarxistin. Bi pêşengiya Ciwanên Azad jî wê roja Şemiyê meşek bê organîzekirin.

ESSEN, DORTMÛND Û BÎELEFELD

Li Essen, Dortmûnd û Bîelefedê jî, çalakiyên kon ên ji bo şermezarkirina tecrîdê û teşhîrkirina polîtîkayên qirkirinê yên AKP li Kurdistanê dimeşîne, dewam dikin. Di van çalakiyan de bi hezaran belavok heta niha hatine belavkirin. Çalakiyên li van baran wê heta dawiya hefteyê dewam bikin.

SALZGÎTTER

Li navenda bajarê Salzgîrtterê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Peîne, saet di navbera 17:0-18:00 de çalakiya kon hat lidarxistin. Di çalakiyê de têkildarî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên dewleta AKP'ê li Kurdistanê dike de, agahî hat dayîn. Di vê çalakiya li meydana Stadtmonûment de gelek belavok hatin belavkirin û li ser armanca çalakiyê axaftin hatin kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, çalakiya kon a li ber Gara Trenê dewam dike. Çalakî wê roja Çarşemê (sibe) piştî nîvro bi mîtîngekê biqede. Komîteya amadekar ji bo mîtînga sibe saet di navbera 15:00-18:00 de banga tevlîbûnê li hemû Kurdan kir.

...