Li Ewropayê çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate protestokirin.

Li bajarê Lyonê yê Fransayê bi wesîleya 1’ê Îlonê çalakî hate lidarxistin û desteserkirina şaredariyên Amed ,Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin.

Girse saet di 17.00’an de li Bellecoûrê hate ba hev û bi wesîleya 1’ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê desteserkirina şaredariyan protesto kirin.

Kurdistaniyan pankarteke mezin a ‘Erdogan şaredariyên Kurdan didize’ û alayên HDP’ê hilgirtin û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Erdoganê dîktator’ berz kirin.

ATÎNA

Bi pêşengiya Platforma Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê ya Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanistanê derbarê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê li Atînayê meşek hate lidarxistin. Ji xeynî nûnerên gelek rêxistinên çepgir, gelê Yewnan jî tevlî meşê bû. Di meşê de alayên PKK û KCK’ê hatin hildan û sloganên li dijî dagirkeriyê hate berzkirin.

Meş heta Syntagmayê dom kir û derbarê gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyê belavok hate belavkirin. Li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Erkan Amed nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê da û diyar kir ku li hemberî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê berxwedan didome.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate protestokirin.

Meş li Parka Peyroû Pîtot hate destpêkirin û heta Qada Comedîeyê domiya. Di meşê de belavokên li ser desteserkirina şaredariyan hate belavkirin û sloganên ‘Erdoganê qatil’, ‘Tirkiyeya terorîst’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hate berzkirin.

Li Qada Comedî jî mîtîng hate lidarxistin û di mîtîngê de desteserkirina şaredariyan hate protestokirin.

LÎMASSOL

Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Kurdistan di serî de ji bo şer û qetlîamên li dinyayê şanoger Mûrat Yildiz li Parka Moloz a Lîmassolê pêşkêşiyeke dîtbarî kir.

Di pêşanîyê de Cemîle Çakirga ya ku li Cizîrê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 10 rojan di sarincê de hatibû hiştin, bû temaya sereke.

Gelên li Kibrisê fikrên xwe defterekê nivîsandin û nepoxên ku bi gelek zimanan li ser wan ‘AŞTÎ’ hatibû nivîsandin, hatin berdan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê meşek hate lidarxistin. Di meşê de berpirsê KOM-MED’ê Yavûz Fersoglû diyar kir ku gelê Kurd bêriya aştiyê kiriye. Fersoglû bal kişand ser vî tiştî ku wezîfedarkirina qeyyûman ên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî îradeya azad a gelê Kurd e.

Meşa li Îstasyona Trênê ya li Stepanh Platzê dest pê kir li pêşiya Dêra St. George bi mîtîngekê bi dawî bû.