Li Ewropayê 10 hezaran got Kobanê ne bi tenê ye

Li Ewropayê 10 hezaran got Kobanê ne bi tenê ye

Li Ewropayê bi 10 hezaran Kurdistanî bi armanca xwedîderketina li Kobanê daketin qadan. Bi 10 hezaran Kurdistaniyên li bajarên Berlin, Koln, Frankfurt, Hamburg, Parîs, Strasbourg û Marsilyayê daketin qadan û gotin: “Kobanê ne bi tenê ye”

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, meşek bi beşdariya nêzî 10 hezar kesî pêk hat. Di meşa ku nêzî nîvê wê Elman bûn de, banga “Birêz Şansolye hûn dê heta kengî li hemberî Kobanê bê deng bimînin” li Serokwezîra Elman Angela Merkelê hate kirin.

Îro ne tenê Berlînê, du qadên girîng ên Elmanyayê “Potsdamer Platz” û "Alexenderplatz"  şahidî ji berxwedana dîrokî ya Kurdan re kirin. Meş li ser rêya di navbera her du qadên ku Meclîsa Federal a Elmanyayê, wezaretên federal û balyozxaneyên welatên biyanî lê ne de, pêk hat.  Di meşê de sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bimire faşîzma DAIŞ’ê” hatin gotin.

Meşa bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê ya ku 5 roj in bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û piştgiriya bi berxwedana YPG û YJP’ê re hatiye destpêkirin, pêk hat. Nêzî 10 hezar kes beşdarî meşê bûn.

Girseya gel ku li navenda Berlîna paytexta Elmanyayê kortejeke dirêj a meşê pêk anîn, paknartên bi awayê “Piştgirî bide berxwedana Kobanê”, “Tirkiye çek dide, DAIŞ qetil dike” û “Birêz Şansolye hûn ê heta kengî sê meymûnan bileyizin?” hatin vekirin. Di meşê de dirûşima “Bijî Berxwedan Kobanê” bi Kurdî û Elmanî hate gotin.”

Balkêş bû ku ji nêzî nîva girseya pankart, wêne û dovîzên wehşeta çeteyên DAIŞ’ê nîşan didin vekirin, Elman bû. Meşa bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) hate lidarxistin, ji aliyê penaberên Tirkiyeyî û çepên Elman ve hate destekkirin.  Her wiha, rêxistin û komeleyên Kurdan ên ji çar parçeyan jî beşdarî meşê bûn.

Piştî korteja meşa bi beşdariya bi hezaran kesî gihişt ber avahiya Wezareta Derve ya Elman, çalakiyeke mezin a rûniştinê li dar xistin û bêdengiya hukûmeta Elman a li hemberî êrîşên li ser Kobanê hate şermezarkirin. Li vê derê, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç ku bi xwe jî di çalakiya greva birçîbûnê de ye, axaftinek kir.

Koç da zanîn ku yên ku îro li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bêdeng dimînin, hevkarên komkujiyan in û got: “Em careke din hişyar dikin, hûn dê weke li Şengalê, piştre daxuyanî bidin û bêjin em xemgîn in. Lê ev yek êdî bê wate dimîne. Divê Elmanya û welatên din ên YE’yê bi awayeke lezgîn destekê bide Kobanê."

KOLN

Greva birçîbûnê ya ku li bajarê Elmanya Kolnê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hatibû destpêkirin, bi meşeke girseyî bi dawî bû. Di meşa bi beşdariya 10 hezar kesî pêk hat de, peyamên piştgiriya bi Kobanê re hatin dayin.

Bi armanca bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, roja duşemê çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Kurdên li bajarê Elmanya Kolnê ve hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi meşeke girseyî bi dawî bû. Meşa bi beşdariya Kurdên li Eyaleta Ren a Bakûr (NRW) û dostên wan hate lidarxistin, saet di 14.00 de, li Ebertplatzê dest pê kir.

Di meşê de pankartên weke “Ji terora DAIŞ’ê re êdî bes e” hatin hilgirtin û meş piştî saetekê gihişt ber Dêra Domê û li wir mitîngek pêk hat.

Meşa bi pêşengiya NAV-DEM’ê pêk hat ji aliyê sazî û rêxistinên weke TJKE, PYD, MLKP, ATÎK, ATÎF, AABF, BÎR-KAR, ADHK, Partizan, Antifa AGD- TÎKP, Enternasyonal, New Women, Kaldiraç, Ciwanên Azad, PJAK, Die Linke, ODP, FEDA, YJRK, YXK, PEACE, AGîF REBELL, Ozgurluk û Dayanişma, ADGH, Alinterî, EOC, AKAB, AKÎJ DÎDF, ANTÎFA, SAV, CÎK, YS ve hate destekkirin.

Di meşê de hêrsa ciwanên Kurd aşkere dibû û bênavber dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “DAIŞ, Bicehime ji Kurdistanê”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” qêriyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û YPG’ê hatin hildan.

Axaftina vekirinê nunerê PYD’ê Meha El Mihemed ve hate kirin û bi bîr xist ku îro Cejna Qûrbanê ye û wiha domand: “Lê cejna Kurd a mezin dê bi rizgarkirina Kobanê çêbibe.” Nunerê PYD’ê Kobanê weke dilê Kurdistanê bi nav kir û got: “Îro dilê hemû Kurdan li Kobanê lêdixe.”

Mihemed bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir û got: “Ev bi rojan e gelê me li ser sînor li ber xwe dide. Em jî li vir derbikevin kolana û têbikoşin. Dengê Kobanê bilind bikin. Bila her kes vê baş bizane ku Kobanê tu carî nabe Şengala duyemîn.”

FRANKFURT

10 hezar Kurdên li bajarê Elmanya Frankfurtê li hev kom bûn, êrîşên li ser Kobanê protesto kirin. Meşa bi pêşeniya Civaka Azad a Başûrê Elmanyayê ve hate lidarxistin, 10 hezar kes ji bajarên Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Nürnberg, Mannheim, Saarbückenê tevil bûn.

Kurdistaniyên li bajarên Elmanyayê Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Nürnberg, Mannheim, Saarbücken dijîn, li bajarê Frankfurtê li hev kom bûn û  bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê meşek li dar xistin.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li bajarê Wiesbadenê jî bi pankarta “Em êrîşên li ser Kobanê şermezar dikin” di refa pêşî ya meşê de cih girt. Di meşê de gelek sazî û rêxistinên penaberan û çepgiran amade bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PYD û YPG’ê hatin hildan.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanya bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re îro du meş hatin lidarxistin. Di meşa li bajaroka Wînsen a saet 14.00’an de ji hezarî zêdetir Kurdistanî beşdar bûn, danê êvarî jî di çalakiya korsan a li Sternschanze jî nêzî hezar kesî meşiyan.

Meşa li Wînsen bi awayekî bi coş bi dirûşm û çepikan dewam kir. Girseyê dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê –YPG – YPJ” û “Bijî Serok Apo” gotin. Şaredarê Wînsen Andre Wîese jî piştgirî da meşê.

Çalakiya korsan a danê êvarî li ber Navenda Çandê ya Rote Flora destpê kir. mîtîng bi beşdariya antîfaşîstên Elman, hêzên şoreşger ên Tirkiyeyî û welatparêzên Kurd pêk hat. Mîtîng paşê bi dirûşmayan veguherî meşê.

PARÎS

Li paytexta Parîs a Fransa êrîşên çeteyên DAIŞ bi meşeke tevlîbûna dehhezaran hat şermezarkirin. Gelê Kurd û dostên wan bi dirûşmaya, “Bijî Berxwedana Kobanê meşiyan”.

Destpêkê çalakvanên greva birçîbûnê saet 13.00’an hatin Qada Învalîdes. Paşê Kurdistanî û dostên wan herikîn qadê. Kurdistanî û saziyên dost herikîn qadê. Saet 15.00’an piraniya wan jin û ciwan qad tijî bû.

Meş bi dirûşm û sirûdan destpê kir. Gelek siyasetmedarên Fransiz jî li herî pêş bi Kurdistaniyan re meşiyan.

Di pêşiya korteja meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt. Girseya ku bi dirûşm û sirûdên YPG’ê ber bi Qada Trocadero meşiya ruhê berxwedêr ê Kobanê neqlî kolanên Parîsê kirin.

Di guzergeha rê de belavok hatin belavkirin û meşvan hatin ber Birca Eyfel. Li wir 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. Nûnerê Parîsê yê PYD’ê Xalid Îsa li wir xîtabî gel kir û got, “Ev çalakî û îrade moralê Kobanê bilind dike.” Piştî axaftinan çalakî bi banga greva birçîbûnê ya li Bruksel bi dawî bû.

STRASBOURG

Êrîşên çeteyên DAIŞ li bajarê Strasbourg ê Fransa bi beşdariya 5 hezar kesan bi meşekê  hat şermezarkirin. Çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropa jî bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Li Strasbourgê greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ji bilî Kurdistaniyên Alsace û Lorraîne dijîn, ji bajarê Bern, Basel, Zûrich ê Swîsre, bajarê Ulm, Freîburg, Forsheîm, Lahr, Kalsruhe, Offenburg ên Elmanya bi tevlîbûna nûnerên sazî û dezgehên cuda bi meş û mîtîngekê bi dawî bû.

Meşa saet 14.00’an li ber Konseya Ewropa destpê kir li ber Place Kleber bi dawî bû. 22 sazî û rêxistinên siyasî beşdarî meşê bûn.

Di axaftinên mîtîngê de bêdengiya dewletên Ewropî û hêzên koalîsyonê hatin şermezarkirin û banga alîkariya însanî hat kirin. 

MARSÎLYA

Bajarê Marsîlya yê Başûrê Kurdistanê, şahidî ji meşa Kurdan a herî mezin re kir. 5 hezar kesên ji gelek bajarên Fransa beşdarî meşê bûn, bi yekdengî dirûşmaya, "Bijî berxwadana Kobanê" gotin.

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li bajarê Marsîlya yê li Başûrê Fransa meşeke girseyî li dar xistin. Li gel Marsîlya ji Montpellier, Avignon, Marignane, Draguignane, St Rapheal, Nice, Cannes û hwd. gelek bajaran Kurdistanî beşdarî meşê bûn.

Piştî meşa ku rastî eleqeyeke zêde ya çapemeniyê hat, li Qada Vîeux a Port mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê KNK, Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlya, Partiya Komunîst a Fransiz, Partiya Çep, Berberî û saziyên Antî Faşîst axaftin hatin kirin. Di axaftinan de ji saziyên navneteweyî hat xwestin alîkariyê ji bo Kobanê bikin.

Li Qada Vîeux Port Şemiya buhrî ku çalakiya Konê Berxwedanê yê Kobanê bi dawî bû.