Li Ewropa çalakiyên ji bo Kobanê didomin

Li Ewropa çalakiyên ji bo Kobanê didomin

Li Ewropa çalakiyên xwedîderketina li Kobanê berdewam dikin. Li paytexta Fransa Parîs û li bajarê Îngîlîstanê Brîghtonê ku greva birçîbûnê didome, li paytexta Spanya Madrîdê jî Kurdistanî û dostên wan meşek li dar xistin.

PARÎS

Li Parîsê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê greva birçîbûnê ya Kurdistaniyan destpê kirine di roja 4’emîn de didome. Çalakvan saet 12.00’an ve derbasî rex Meclîsa Neteweyî ya cihê çalakiyê ye bûn. Di greva birçîbûnê de ku belavok jî hatin belavkirin bi dirûşmayan berdewam dike. Nûnerên saziyên Kurd wê ji bo siyasetmedaran dosya pêşkêş bikin. Çalakî wê piştî saet 18.30’an derbasî Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Parîs bibe. Roja Şemiyê saet 15.00’an jî wê heya Kuleya Eyfel meş bê lidarxistin. Piştî meşe wê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe.

BRIGHTON

Li bajarê Îngîlîstanê Brîghtonê jî îro çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di çalakiya greva birçîbûnê ya çar rojan berdewam bike de berxwedana Kobanê wê bê destekkirin. Di dawiya roja çarem de bi tevlîbûna siyasetmedarên herêmî mîtingek girseyî wê bê lidarxistin.

MADRÎD

Li paytexta Spanya Madrîd jî Kurdistaniyan û rêxistina ciwanan a Marksîst-Lenînîst meşeke hevpar li dar xistin. Di meşê de êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser kantona Kobanê ya Rojava hatin şermezarkirin û li ser hev dirûşmayên dilsoziya bi YPG û YPJ’ê re hatin gotin. Girse li gel  dirûşmayên “Rojava wê bibe gora DAIŞ”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin ber sefaretxaneya Tirk. Piştî polîsan nexwest girse derbasî ber sefaretxaneyê bibe, aloziyeke demkurt çêbû. Piştre 20 mere dûrî sefaretxaneyê mîtîng hat lidarxistin. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin û banga xwedîderketina li Kobanê hat kirin.