Li Evryê bîranîna şehîdan

Gerîlayê HPG’ê Ozkan Altûn (Agirî Baz) ê li Colemêrgê şehîd bibû, li berbajarê Parîsê Evryê hate bîranîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Ozkan Altûn (Agirî Baz) ê di meha Gulanê li Colemêrgê şehîd bibû, li berbajarê Evry ê Parîsê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate bîranîn.

Bîranîna ku bi sedan kurdistanî beşdar bû, bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest babû ve destpê kir.

Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya, apên Agirî Baz, Îbrahîm Atlûn û Ercan Altûn û ximên wan axaftin kirin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya, sersaxî ji malbata Agirî Baz, PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest.

“Baz li vir ji nav me çû beşarî nava PKK’ê bû. Ji sîstema heyî berê xwe da jiyana azad a komînal ji ket, xebatê û fedekariyê tije. Yek ji hevalên me yên kedkar, nazik û hêja bû. Sîstema Ewropa qebûl nekir û di zanabûna ku wê şehîd jî bike lê dîsa berê xwe da çiay. Ji ber ku kesek cezûr û wêrek bû. Dema li Ewropayê bû di nava çalakiyên herî xeter de cihê xwe girt û pêşengî jêre kir. Divê her kes li ser rêya Baz, Çiyageran û Mehemt Tûncan û hemû şehîdan de bimeşe û têkoşîna wan û hesretê wan bîne cih.”

Apên Agirî Baz, heval û xizmên wî jî axaftin kirin. Piştî axaftinên kesayeta Agirî Baz tîne ziman û şûnde sînevîzyon hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmê “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.