Li Eşrefiyê sivîl dibin hedefa segvanên rejîmê
Li Eşrefiyê sivîl dibin hedefa segvanên rejîmê
Li Eşrefiyê sivîl dibin hedefa segvanên rejîmê
Li taxa Eşrefiyê a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in jina bi navê Ezîza Ehmed Îsa ya 43 salî bû hedefa segvanên rejîma Sûriyeyê birîndar bû.
Jina bi navê Ezîza Ehmed Îsa ya 43'ê salî dema bi 2 kurên xwe re berê xwe dabû taxa Eşrefiyê guleyek ji aliyê segvanên rejîma Bass ve hate sîûqestkirin û birîndar bû. Ezîza Ehmed Îsa ji herêma Izazêye û bi eslê xwe ereb e.
Piştî ku hêzên rejîma Bass û alîgirên wan bi çekên giran êrîşî taxa Eşrefiyê kirin û rastî bersivdayina Tûgaya Şehîdên Helebê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pevçûn li Eşrefiyê rûdan. Hêzên rejîmê segvanên xwe li ser avahiyên herêmê bi cî kiriye û sivîlan dikin hedef.