Li Erzîromê ji ber gaza metanê karkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Erzîromê ji ber gaza metanê karkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Pasînlerê, ji 3 karkerên duh di dema xebatên kanalîzasyonê de bi jehra metanê ketibûn, yek jê îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Kaplicalar a navçeya Erzîrom Pasînlerê, yek ji karkerên ku duh ji bo vekirina kanalîzasyona xetimî ket hundirê kanalîzasyonê û bi jehra gaza metanê ket Necatî Aras, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê jiyana xwe ji dest da.

Di qezaya kar a ji ber wernegirtina tedbîrên ewlekariyê rû da, Mûhammet Emîn Toy û Ogûzhan Taçioglû bi jehrê ketin û piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pasînlerê hatin tedawîkirin, çûn mala xwe.

Cenazeyê Aras jî piştî merasîma cenaze, li Pasînlerê hat veşartin.