Li Erzirom û Mersînê yek jê welatiyê Belçikayê 2 kes hatin girtin

Ji 11 kesên ku li navçeyên navendî yên Erziromê û li Mersînê hatî destgîrkirn, 2 kes hatin girtin. Di nav kesên hatî girtin de welatiyekî Belçîkayê jî heye.

Li navçeya Tatos a Erziromê roja înê danê sibê di serdegirtina malan de 4 kes hatibûn destgîrkirin.

Hate ragihandin ku rêveberê navçeyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdûllah Akkûs, kesên bi navê Abdûlkadîr Denîz, Bakî Ozdemîr û Adnan Bingol ji ber parvekirinên Wan ên tevna civakî hatine destgîrkirin. Ji van kesê bi navê Bakî Ozdemîr bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” û “Reşkirina serokomar” hatine girtin.

Li navçeya Qereyazî û navçeya navendî ya Erziromên 6 kes hatine destgîrkirin û ev kes wê heta roja şemiyê destgîrkirî bên hiştin.

Li Mersînê jî welatiya Belçîkayê Zerif Y., 2’ê cotmehê hatibû destgîrkirin. Welatiyê Belçîkayê roja înê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” kiriye, hate girtin.