Kurdistanî tevî sazî û rêxistinên xwe li hev civiyanû êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Li gundê Derikê yê ser navçeya Akbaranê yê bi beşdariya gundiyan mîtîngek lidar xistin. Mîtîng bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo ruhê şehîdê Rojava, Şengal û hemû şehîdên Kurdistanê ve destpê kir. Di mîtîngê de gel alên KCK, PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan, alên YPJ/YPG û HPG/YJA-Star bilind kiribûn. Hêrsa gel ya li hember Barzanî di asta herî jor de bû.
Di mîtînga ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hate amdekirin de endamê Kurdistana Komîtê Dawût Karasû axivî, bal kişan der êrîşên dewleta Tirk ên hovan e û got: “Em bi tundî dewleta Tirk û hevkarên wan ên ku destê wan di vê êrîşê de ne şermezar dikin. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku gelê Kurd bi salan e têkoşînê dike. Ne dewleta Tirk û ne jî hevalbendê wê PDK nikare vîna me bişkîne. Gelê li Şengalê ew gel e ku ji ber qirkirina çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirine. Gerîlayên PKK’ê dema ku qetlîam hate kirin ji Qendîlê hatin Şengalê û pêşiya tunekirina civaka Êzidî girt. Vê carê jî deweleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze di kesayeta Kurdan de civaka Êzidî û Şengalê tine bike. Lê gelê me yên li Rojava û Şengalê wê bi rêxistina xwe rê nede ku PDK û dewleta Tirk bigihije armancên xwe.
Karasû wiha bang li PDK’ê û Barzanî kir: “Dev ji vê xiyanetê berdin. Wê ev yek dîrok binivîse, yên ku qencî û xirabî kirî wê were nivîsandin. Mala Barzanî û di serî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî wê hesabê vê yekê bide. Gelê Kurd mêrxasên xwe jî û xayînên xwe jî nas dike. Ji ber vê yekê me weke Civaka Êzidî ya li Ermenîstanê bang li hikûmeta Başûr û Mesût Barzanî dikin ku dev ji vê xiyanetê berdin.
Di dewama axaftina xwe de Karasû wiha got: “Em dewleta Tirk û hevalbendên wê şermezar dikin. Çi ji gelê me dixwaze. Her wiha bêdengbûna Koalîsyona navneteweyî jî di nav de DYA û Rûsya jî şermezar dikin. Li ber çavê wan dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî gelê me yê Şengal, li Rojava êrîşî baregehên YPH/YPJ’ê dike.”
Piştre jî Endama Meclîsa Jinên Kurd ên Ermenîstanê Delel Reşoyan jî axivî û got: “Dilê me dayikan têşe. Em dewleta Tirk ji kiryarên wan nas dikin. Tim bav û kalê me digotin ew ‘Roma Reş in’, lê em wê famnakin ku çawa Mesût Barzanî diçe li gel dijminê Kurdan hevalbendiyê dike. Bavê Mesût Barzanî Mele Mûstefa Barzanî hate gundê me gel ew bi qedir û qîmet pêşwazî kir, ka niha li kurê wî binêrin vîan gelê Kurd bi çend qurîşan difiroşe. Di serî de me dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Erdogan ê faşîst şermezar dikin. Em ji hevkariya Mesût Barzanî û hinek kesên mîna wî ku hevkariyê didin dewleta Tirk re jî dibêjin êdî bese . Heta ku xiyanet hebe wê qirkirin jî hebe.”
Piştre jî welatê gundê Dêrikê Apo Olo axivî û diyar kir ku wan hêvî dikir ku wê rojekê her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û li benda lidarxistina Kongreya Neteweyî bûn. Lê mixabin bi hevkariya Barzanî dewleta Tirk bi leşkerên xwe ve êrîşî Şengalê kirin. Dibêjin bila PKK ji Başûr derkeve. Gelê em yê Şengalê jî dibêjin her gava ku PKK ji Şengalê derketin wê ew jî Şengalê derkevin. Ji ber ku wa 3’yêTebaxa 2014’an bi çavê xwe dîtin û çi bi serê wan hat jiya. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û her yekê belavî cihekê bûn. Em dibêjin Barazanî hûn çi ji Êzidiyan dixwazin. Şengalî her roj bang dikin dibêjin ev der Êzîdxane warê me ye. Em bi tundî vê êrîşa bi hevkariya Barzaî hatiye kirin şermezar dikin.Em dibêjin “Bijî HPG”, “Bijî YBŞ”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bijî Berxwedana Rojava”
Di dawiyê de mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.