Li Ermenistanê çalakiya ji bo azadiya Ocalan

Kurdên li Ermenistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kurdên li Ermenistanê bi wesîleya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li gundê Araksî yê navçeya Oktoberyan ji aliyê nûnerên saziyên Kurdan ên li Ermenistanê ve hate dayin.

Beriya daxuyaniyê, li ser wate û girîngiya pêngavê civînek hate lidarxistin.

Endamê Kurdistan Komîte Milo Kalaşyan axivî û pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Kalaşyan destnîşan kir ku bi berxwedana gel û gerîla wê faşîzmê hilweşînin, dawî li tecrîdê bînin û Rêberê Gelê Kurd azad bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Kûbar Kalaşyan axivî.

Kûbar Kalaşyan diyar kir ku heta azadiya rêberê xwe wê têbikoşin û got, "Azadiya Rêberê me bi taybetî wezîfeya jinan e. Em ê bi vê têgihiştinê têbikoşin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn û çalakî bi dawî bû.