Li Êrîvanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li Êrîvanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Kurdên li paytexta Ermenîstan Êrîvanê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş pîroz kirin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya li parka Azadî ya li Manomenta paytexta Ermenîstan Êrîvanê hate lidarxistin bûn û rojbûna Ocalan pîroz kirin. her wiha Kurdan li parkê ji bo rojbûna Ocalan şitilên daran çandin. Hêjayê gotinê ye ku ev park sala 2004 ji aliyê Şaredariya Êrîvanê ve ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêşkêşkirin.

Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Park bi wêneyên Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK’ê û alên KCK’ê hate xemilandin û pankarta “Rojbûna te pîroz be Rêber Apo” hate vekirin.

Bernameya çandê ya şahî bi beşdariya Koma Tîkran a ji Amedê ya ku girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn e, bilûrvanê navdar ê Kurd Egîdê Cimo û hunermend Ferîkê Sevdî berdewam kir.

Endamê Komîteya Kurdistanê Dawut Karasu di pîrozbahiyê de axaftinek kir. Karasû ku bi pîrozkirina rojbûna Ocalan dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin. Karasû got: “Bi milyonan kes daketin qadan û gortin em heta dawiyê li pey rêberê xwe ne, em dixwazin di demek zû de Rêber Apo serbest bê berdan.”

Paşê, Cîgira Şaredarê Amedê Hafize Îpek jî axaftinek kir û got: “Ez li ser navê gelê Amedê, silavên gelê Amedê ji we re tînim. Ez vê rojê di serî de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikim. Em pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin.”

Gava ku pasteya ji bo rojbûna Ocalan hate birîn, ciwan derketin ser dîwarên parka mezin û posterên Ocalan û alên KCK’ê vekirin û bala gelê ermenî kişandin ser xwe. Her wiha bi sedan Ermenî jî piştgirî dan şahiya Kurdan.

Şahî bi dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û govendê bi dawî bû.