Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Li Erîvanê merasîma bîranîna qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan

Bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan, li paytext Erîvanê îro merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn jî tevlî merasîmê bûn û qirkirin şermezar kirin.

...

Bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan, li paytext Erîvanê îro merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn jî tevlî merasîmê bûn û qirkirin şermezar kirin.

Merasîmên bîranîna qurbaniyên Qirkirina 1915'an, duh li paytexta Ermenîstan Erîvanê destpê kirin û wê heta dawiya vê mehê dewam bike.

Bi armanca şermezarkirina qirkirina ji aliyê dewleta Osmanî ya Komara Tirkiyeyê li ser mîateya wê ava bûye ve hat kirin, endamên gelek saziyên ciwanan duh êvarê saet di 19:00 de li taxa Opera ya li navenda bajêr li hev kom bûn. Ciwanan li vê derê mîtîngek li dar xistin û dewletên Tirkiyeyê û Azerbaycanê şermezar kirin. Ciwan piştî mîtîngê bi qasî 9 kîlometreyan meşiyan û qurnefîl danîn ber bîrdariya ji bo qurbaniyên Qirkirinê hatiye çêkirin.

Danê sibehê jî, ji bo bîranîna bav û kalên xwe yên di qirkirinê de hatin qetilkirin, ji 7 heta 70 salî gelek kes li ber peykerê bîrdariyê li hev civiyan. Saet di 10:30 de jî erkana dewletê hat ber bîrdariyê û tevî heyeta olî, duayan merasîmê destpê kir. Di merasîmê de keça Hrant Dînk û heyetek pê re jî amade bû.

KURDISTANÎ TEVLÎ MERASÎMÊ BÛN

Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn jî li ser navê Kurdistan Komîte û Şêwra Kurdistanê bi flama û pankartên reş ên li ser nivîsên ji bo şermezarkirina qirkirinê hatibûn nivîsandin, beşdarî merasîmê bûn. Kurdistaniyan qurnefîl danîn ber bîrdariyê. Di axaftina li ser navê Kurdistan Komîte de Qirkirina Ermeniyan bi tundî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin, ku divê dewleta Tirk di demeke kin de vê qirkirinê qebûl bike û nas bike.

Merasîmê bîranînê wê heta dawiya vê hefteyê bidomin.