Li Erdîşê sûcê mirovahiyê hate kirin

Serokê ÎHD’ê yê Şaxê Wanê Mûrat Melek li mala ku li navçeya Erdîş a Wanê polîs û leşkeran bi ser de girtin û Heydiye Ataman şewitand û qetilkir, lêkolîn kirin û diyar kir ku bûyera hate kirin sûcê mirovahiyê ye.

Heyeta ÎHD'ê li Eganîsa Erdîşê ku polîs û leşkeran xanî şewitand û Hediye Ataman di xanî de jiyana xwe ji dest da lêkolîn kir. Heyeta ÎHD'ê daxuyaniya Walîtiyê û Wezîrên Karên Hundir a “Operasyona PKK’ê" derewand. ÎHD'ê da zanîn ku mirovên bê parastin bi saxî di xanî de hatine şewitandin.

Di 18'ê Mijdarê de polîs û tîmên taybet li Eganîsê bi ser mala Ataman de girt û axinê Ahmet Ataman da ber agir. Polîsan di serdegirtina mala Ahmet Ataman de piştî xaniyî şewitand hevsera Ahmet Ataman Hediye Ataman di xaniyî de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê heyetek ava kir û li cihê bûyerê lêkolîn kir. Heyeta ÎHD'ê pitî lêkolîn kir bi şahidên bûyerê re hevdîtin kir. Piştî lêkolînê daxuyanî dan. Li ser navê heyetê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet daxuyanî da û diyar kir ku tablo daxuyaniya rayedarên dewletê derewîn derdixe. Melet, bilêv kir ku dîmena ku wan dît li dijî mirovahiyê bû û wiha got: "Mirovên bê çek û mirovên bê parastin bi maxî di malên xwe de hatin şewitandin. Melet, anî ziman ku Waliyê Wanê û Wezîrê Karên Hundir bûyer wekî "Operasyona li dijî mîlitanê PKK" bi nav kiriye û wiha got: "Tabloya ku me dît ne wisa ye. Tiştekî wisa tune ye. Mirovên bê parastin û bê çek di mala xwe de hatine şewitandin."

Cenazeyê Hediye Ataman ku duh di xanî de hat şewitandin jî hêj ji bo rapora otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê tê rawestandin. Piştî bûyerê Ahmet Ataman, Suphi, Halit û Omer Ataman ku hatin binçavkirin jî serbest hatin berdan.