Li Enqereyê ligel astengî û qedexekirinan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Ligel ku hate astengkirin û qedexekirin jî li gelek derên Enqereyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Kedkar û karkeran ligel qedexeyê jî, li pir cihên cuda yên Enqereyê bi boneya 1’ê Gulanê meş li dar xistin. Endamên Kolektîfên Xwendekaran ên li Taxa 100’uncu Yil a navçeya Mamak a Enqereyê hatin gel hev û 1’ê Gulanê bi meşekê pîroz kirin. Xwendekarên ku bi pankarta “Me rengên xwe li xwe kirin, Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan, her tim dirûşmeya “Zanîngeh li ser piya ne, di 1’ê Gulanê de li kolanan e” berz kirin. Polîsan, mudaxaleyî xwendekarên meşiyan kirin û 8 kes destgîr kirin. 

Platforma Çîn Şoreşger û Serbixwe (BDSP) û endamên Ciwanên Demokratên Nû jî li Taxa Şahîntepe ya navçeya Mamak a Enqereyê têkildarî 1’ê Gulanê meş li dar xistin. Polîsan mudaxaleyî koma ku pankarta “Bijî Yek Gulan” vekir, kirin û nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî jî di nav de 5 kes destgîr kir.

Endamên Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) jî bi li darxistina meşa li Qada Sakaryayê 1’ê Gulanê piroz kirin û qedexe şermezar kirin. Polîsan mudaxaleyî koma bi pankarta “Em ê pergala em bêkar, bênan û bêderzî hiştin hilweşînin, Bijî 1 Gulan” dimeşiya kirin û 7 endamên EHP’ê destgîr kir.

Polîsên rojnemevanên nûçe dişopandin, asteng kirin, telefona Nûçegihana Yol Tv’yê Ozge Ûyanik avêt erdê û pê lê kir. Polîsan rojnameger ji qadê dûr xist.