Li Enqereyê binçavkirin û li Rihayê girtin
Li Enqereyê 4 kesên ku destek dane çalakgerên greva birçîbûnê Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin, li Rihayê jî 11 kes hatin girtin.
Li Enqereyê 4 kesên ku destek dane çalakgerên greva birçîbûnê Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin, li Rihayê jî 11 kes hatin girtin.
Rejîma AKP/Qesrê ku nekarî Kurdan û muxalîfan radest bigire operasyonên qirkirina siyasî didomîne.
ENQERE
Polîsan êrîş bir ser komeke ku bi mebesta destekê bidine çalakgerên girêva birçîbûnê akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça dest bi nobetê kirin. Polîsên ku hatin cihê girêvê bank û çîçekên li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ku ji bo çalakgeran anîbûn birin. Polîs bi lêxistinê 4 kes binçav kirin ku di nav wan de akademîsyenê ODTU’yê Mehmet Mutlu jî hebû.
Gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo desteka li Gulmen û Ozakça bang kirin ku saet 13.00’an werin Kolana Yukselê.
RIHA
Li taxên bejahiyê yên Wêranşar a Rihayê beriya bi 5 rolan polîsan bi ser malan de girtibûn, 11 kes binçav kiribûn, piştî xebatê li emniyet û jandarma derxistin edliyeyê. 11 kes bi hinceta parvekirinên medyaya civakî ‘propagandaya rêxistinê’’ kirine îfade dane dozgeriyê û bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Kadîr Ulutaş, Ferît Demîrboga, Bahattîn Demîrboga, Nedîm Demîrboga, Hakîm Atîlla, Yasar Kudîn, Bîlal Kudîn, Hasîp Tatli, Bîlal Ceylan û 2 kesên dî jî ku navê wan nayê zaznîn hatin girtin.
Ên ku hatin girtin şandin Girtîgeha bi Tîpa T a Rihayê.