Li Enqereyê 5 endamên TAYAD'ê hatin destgîrkirin
Ji bo Ebrû Tîmtîk, Aytaç Unsal, Dîdem Akman û Ozgur Karakaya yên di rojiya mirinê de ne, komekê xwest daxwaznameyê bide Dadgeha Bilind, lê belê polîsan êriş kirin û 5 ji wan destgîr kirin.
Ji bo Ebrû Tîmtîk, Aytaç Unsal, Dîdem Akman û Ozgur Karakaya yên di rojiya mirinê de ne, komekê xwest daxwaznameyê bide Dadgeha Bilind, lê belê polîsan êriş kirin û 5 ji wan destgîr kirin.
Parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel HHB) Ebrû Tîmtek û Aytaç Unsal û muwekîlên wan Dîdem Akman û Ozgur Karakaya bi daxwaza darizandina wekhev di rojiya mirinê de ne.
Komek ji endamên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYAD) xwest saet di 13:00 de daxwaznameyekê bidin Dadgeha Bilind, lê belê polîsan êriş kirin.
Di encamê de 5 endamên TAYAD'ê hatin destgîrkirin.