Li Enqereyê 22 kes hatin girtin
Li Enqereyê 22 kes hatin girtin
Li Enqereyê 22 kes hatin girtin
Li Enqereyê bihinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî bûne ji 25 kesên hatibûn binçavkirin, 22 jê hatin girtin, 3 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Bi hinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî a Taksîmê bûne, roja 18’ê Hezîranê di serdegirtinan de ji endamên ESP’ê, Halkevlerî, BDSP û Odakê 25 kes hatibûn binçavkirin. 25 kesên hatibûn binçavkirin duh şandin Edliyeya Enqereyê. Piştî lêpirsînda dogeriyê, bidaxwaza girtinê şandibûn dadgehê. Di dadgeha ku heya direngî şev dom kir de, Gulşah Ozturk, Huseyîn Arlier û Can Eroglû bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 22 kes jî hatin girtin.