BI DÎMEN

Li Enqerê bernameya 8’ê Adarê

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqerê jinên ku qedexeya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanî nas nekirin, Parka Kurtuluşê kirin qada mîtîngê.

Dayikên Aştiyê, akademîsyen, jinên sendîkayî, jinên OHD’yî, Halkevî, HDP’yî, CHP’yî û bi sedan jin li mîtîngê amade bûn. Jinan bi pankartên rengîn qad tije kirin, bi trampêt, dirûşm û govendê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Di destpêka mitîngê de ji bo 7 endamên Sendîkaya Turk Metal a ku ji bo ku werin pîrozbahiya 8’ê Adarê ji Bûrsayê ber bi Enqerê ve bi rê ketibûn û di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn deqeyekê ketin rêzgirtinê.  Piştî daxuyaniya 8’ê Adarê ya bi ku Kurdî, Tirkî, Erebî hate xwendin, peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Fîgen Yuksekdag hate xwendin.

Li hêla dî jî polîsan beriya meşê li pankartan nerîbû û bi hinceta ‘propagandaya terorê’ dest li pankarta bi navê ‘’Yek-zilamî’ danîn. Piştre jinan li dijî vê li ber xwe dan û pankarta xwe dîsa standin.