Li Endonezyayê lehî: 15 mirî

Li Endonezyayê lehî: 15 mirî

Li bakûrê Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû û xişikîna xakê rû da û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rayedaran ragihand ku, hinek malên li warên biçûk yên girêdayî bajarê Manado ji ber axa ji serê giran hatine û di bin keviran de mane, her wiha ji ber sedema hinek rabûr tejî bûne û serde avêtine lehî rû daye.

Hate diyarkirin ku, ji ber sedema xişikîna xakê û lehiyê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî hezar mal di bin avê de mane.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, 8 hezar kes ji bo demekê ji cihên wan veguhestin.