Li Elmanyayê şevên piştevaniya Rojava

Li bajarên Stûttgart û Hambûrgê yên Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî pêk hatin.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê şeva piştevaniya Rojava pêk hat. Çalakî li Navenda Çandê ya Arena bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan dest pê kir.

Nûnera PYD'ê Zozan Rojava li qadê axivî û anî ziman ku şoreşa wan a moral û îradeyeke mezin didomînin bi êrişên giran ên dijmin re rû bi rû ye.

Koma Mîr, Koma Hezex, Sîmar, Cemal Koçgirî û Denîz Deman derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî pîrozbahiyek hebû. Çalakî li salona dawetê ya Phonîxê pêk hat û tevî Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Piştî axaftinan Pinar Aydinlar, Koma Silbûs û Tarî, Celovîîz, Bengîn Efrînî, Lorenz Amûdî û Govenda Sîpan Amara derketin ser dikê.

Her wiha der barê 41 salên têkoşîna PKK'ê sînevîzyon hate pêşkêşkirin.