Li Elmanyayê qedexeyên li ser mîtîngên AKP yê didomin
Li Elmanyayê peymana lihevkirinê ya salona ji bo aktîvîteyên parlementerê berê yê AKP Taner Yildiz hatibû erêkirin hate betalkirin.
Li Elmanyayê peymana lihevkirinê ya salona ji bo aktîvîteyên parlementerê berê yê AKP Taner Yildiz hatibû erêkirin hate betalkirin.
Li gorî agahiyan, peymana salona ku ji bo aktîvîteyên parlementerê berê yê AKP’ê Taner Yildiz hatibû kirêkirin, hate betalkirin.
Piştî vê rayedarên AKP’ê diyarkirin ku wê di salonek weke alternatîf amadekirîn mîtînga xwe lidar bixin.
Yildiz di hilbijartina 2002’an de wek parlementerê AKP yê Qeyseriyê ketibû meclîsê, di navbera salên 2009-2015’an erka Wezîrê Çevkaniya Xweza û Enerjiyê kiribû.
Yildiz, bi axaftinên xwe yên têkildarî Qetlîama Sobayê ketibû rojevê.