Li Elmanyayê nîqaşên li ser otenazî
Li Elmanyayê nîqaşên li ser otenazî
Li Elmanyayê nîqaşên li ser otenazî
Li Meclîsa Federal a Elmanyayê, duh mijara otenazî ya ji bo nexweşên giran ên şensê wan ê baş bûnê nîne, hat nirxandin. Li gorî anketên li ser van nîqaşên ku ji bo sala pêş hat taloqkirin, sê ji çar parên Elmanan dixwazin mafê 'daxwaza mirinê' bi awayekî nerm di qanûnan de cih bigire.
Di rûniştina duh a li Meclîsa Federal, li ser desteka doktoran a ji bo nexweşên giran ên daxwaza 'otenazî' bike, nîqaş hatin meşandin. Di nîqaşên li Meclîsê de, nîqaşa otenasî ku weke 'desteka mirinê ya aktîf' tê binavkirin nehat kirin. Hema bêje hemû parlamenter li dij derketin ku mijara 'desteka mirinê' bibe mijara bazirganiyê.
Cîgirê Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a li desthilatdariyê Volkter Kauder, da xuyakirin ku li Elmanyayê cih ji sazî yan jî komeleyên desteka mirinê ya aktîf yan jî pasîf bide, tineye. Li gel desthilatdariyê, parlamenterên dixwazin mafê 'desteka mirinê' bi rêya komeleyan bê bikaranîn jî, li dij derdikevin ku mijar ji saziyên bazirganiyê re neyê hiştin.
Parlamentera Partiya Keskan Renate Kunast xwest, pêkanîna desteka mirinê ya ji bo nexweşên giran ên dixwazin dawî li jiyana xwe bînin, ji aliyê komeleyên karê bazirganiyê nakin ve, bê kirin. Lê belê hejmara parlamenterên destekê didin daxwaza Kunast, gelekî kêm e.
Lihevkirin çêbû ku rûniştinên li ser 'desteka mirinê' ya li Meclîsa Elman, di sala pêş de bên kirin. Mijar wê di dema pêş de li nava raya giştî bi berfirehî bê nirxandin.
Li aliyê din, li gorî lêkolînên li nava raya giştî, sê ji çar parên Elmanan dixwazin mafê 'daxwaza mirinê' bi awayekî nerm di qanûnan de cih bigire. Li gorî anketa ji aliyê kargeha Emnid ve hat kirin, ji sedî 74 ê Elmanan, di mijara mafê desteka mirinê de qanûnên nermtir dixwazin. Ji sedî 22 jî bi temamî li dij derdikevin.
Beşek ji sedî 36'an jî alîgir in ku dema nexweşên giran xwestin dawî li jiyana xwe bînin, divê di bin çavdêriya doktor de vî mafî bikar bîne. Ev kesên mijara gotinê dixwazin, di bin çavdêriya doktor de, nexweşê giran bi xwe dermanê mirinê (bêyî êşê bikşîne) werbigire.
Ji sedî 37 ê beşdarên anketê jî di wê baweriyê de ne, ku mafê desteka mirina aktîf (otenazî) bi tenê bi erêkirina du doktoran û di bin kontrola wan de dikare bê bikaranîn. Ji sedî 9 ê beşdaran jî diyar kirin, ku ji bo otenaziyê divê doktorekî bi tenê amade be.
Her çend nîqaş li gelemperiya cîhanê di bin navê otenazî (desteka mirina aktîf) tê meşandin jî, li Elmanya û gelek welatên Ewropayê bi kategoriyên cuda yên mîna 'otenazî', 'desteka mirina pasîf' û 'alîkariya xwekuştinê' tê nirxandin.
Li Elmanyayê alîkarîdayîna nexweşekî bi rêbazên tedawiya demî dawiyê li jiyana xwe tîne, weke sûc nayê dîtin, lê desteka mirina aktîf an jî otenazî tê cezakirin. Di rewşa alîkarîdayîna xwekuştinê de, şert e ku kesê dixwaze bimire divê gava dawî (daqurtandina derman) bi xwe bike.