Li Elmanyayê êrîşa bi kêrê: 1 mirî, 2 birîndar
Li bajarokê Reûtlîngen ê başûrêrojavayê Elmanyayê welatiyekî Sûryeyî bi kêrê êrîşî welatiyên derdor kir. Di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Reûtlîngen ê başûrêrojavayê Elmanyayê welatiyekî Sûryeyî bi kêrê êrîşî welatiyên derdor kir. Di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Elmanyayê de cih digrin; saet 16:30’ê danê nîvroyê welatiyekî Sûriyeyî yê ku kêr di destan de bû êrîşî derdor kiriye. Li gorî îfadeyên şahidan êrîşkarê 21 salî jinek kuşt, 2 kes jî birîndar kirin. Êrîşkar, dema ku wesayîtekê lê xist û rawestiya.
Piştî bûyerê polîsan êrîşkar binçav kir.