Li Êlihê terora polîsan: Ciwanek birîndar bû
Li Êlihê terora polîsan: Ciwanek birîndar bû
Li Êlihê terora polîsan: Ciwanek birîndar bû
Polîsên Tirk, li Êlihê êrîşî çalakiya bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞê yên li hember Kobanê, kirin û di encamê de berika bombeya gazê li serê ciwanekî ket û birîndar bû. Di êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid de, 11 kes hatin binçavkirin.
Di saetên danê êvarê de, li Êlihê, bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re, çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanan rê li trafîkê girtin û dirûşmayên dilsoziya bi PKK û YPG'ê re qêriyan. Di êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid de, ciwanê bi navê Devran Încî ji serê xwe birîndar bû û 11 kes hatin binçavkirin.