Li Êlihê 4 gerîlayên HPG’ê bi girseyî hatin bibîranîn
Li Êlihê 4 gerîlayên HPG’ê bi girseyî hatin bibîranîn
Li Êlihê 4 gerîlayên HPG’ê bi girseyî hatin bibîranîn
Li Êlihê, gerîlayên HPG’ê Erdal Erol (Mazlum Serhed), Suat Akin (Rojhat Batman), Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) û Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal) ên di dem û dîrokê cûda de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîma girseyî hatin bîranîn.
MEYA-DER û malbatên gerîlayên PKK'ê ji bo Erdal Erol (Mazlum Serhed), Suat Akin (Rojhat Batman), Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) û Veysî Karahan (Bahtiyar Kendal) ên gerîlayêm HPG'ê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Goristana Girbereşk merasîmeka girseyî pêk anî.
Di birînînê de malbatên gerîlayên HPG’ê, Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Akel, Serokê MEYA-DER’ê ya Êlihê Ekrem Degîrmencî, rêveberên BDP, MEYA-DER, DA-DER, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên rêxsitinên civakî yên sivîl û bi sedan kes amade bûn. Li ser gora gerîlayên 4 HPG’ê ên ku li kêleka hevû du hatine definkirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên gerîlayên HPG’ê hatin daliqandin û alên PKK û KCK hatin hildan.
Balkêş bû ku li ser kêlika gora gerîlayên HPG’ê Sûat Akin çaydan û îskana wî dema di nav refê gerîla dabû û di van de çayê çêkiriyê û vexwariye hatiye dayîn. Bernamê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û dua û fatîha hatin xwendin. Piştî xwendina fatîhayan malbat, welatî û rêveberên saziyan kulîlk û qurnefîl danîn ser gora HPG’yan. Pişt re girse ji goristanê çû Mala Taziyê ya taxa Bêşevlerê û tevlî mewlûdê bûn.
Li vir jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG’ê hate daliqandin û ji bo kesê di riya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Li vir ewil Serokê MEYA-DER’a Êlihê Ekrem Degîrmencî axivî û diyar kir ku sembola navê azadiyê ne û wiha got: “Şehît bi wate û navê xwe azadiya gelan in. Şehîdên me rûmet, azadî û serxwebûna me ne. Dema şehît tê gotinê tu pîvanê nas nake. Şehît navê mezin ê rûmet û mirinê ye. Çawa li cîhanê ku gel bê dîrok nayên nasîn bê şehît jî nayên nasîn. Şehît dîrok in û dîroka gelan dinivîsîne.”
‘DIVÊ KU EM DOZA ŞEHÎT BIBIN SERKEFTINÊ’
Piştî Degîrmencî, bavê gerîlayê HPG’ê Erdal Erol (Mazlum Serhed) Mehmet Erol jî da zanîn ku bi sed salane gelê kurd nayên nasîn û tu mafên wan nayê dayîn û got ku gelê kurd her qadan tije dike û le her deverê dijîn lê hêj tu mafên wan ne hatiye dayîn. Erol, anî ziman ku di cîhanê de tenê gelê kurd û bê dewlet û bê xweyî maye û wiha got: “Di cîhanê de tenê zarokên gelê kurd jiyana xwe ji dest didin. Dijminê me bi hezaran zarokên me îmha dike û şewitand. Çima em li zarokên xwe xwedî dernakevin. Divê ku em doza şehît bibin serkeftinê. Pêwîste ku em di çarçoveya berxwedan û têkoşîna şehîdên xwe de azadiyê bi dest bixin. Ger ku Şêx Seît û Seyît Riza azad bibûna dê îro gelê kurd jî azad bibûya. Ji îro şûn ve jî ger ku em azad nebîn zarok û neviyên me jî azad nabin. Nexwe her ku em hebin em ê di vê rewşê de bin. Ji ber vî awayî û sedemî divê ku em li şehîd û nirxên xwe xwedî derkevin.”
Piştî Erol, birayê gerîlayê HPG’ê Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) Emîn Şahîn jî wiha got: “Ez bejna xwe li ber şehîdê Kurdîstanê yê yekemîn heta yê dawiyê ditewînim. Beriya her tiştî divê ku em xwe nas bikin. Ger ku em xwe nas bikin em ê şehîd, serok û rêxistina xwe jî nas bikin. Dûbare car ez dibêjim serê malbat û gelê kurd sax be.” Piştî Şahîn, birayên gerîlayê HPG’ê Suat Akin (Rojhat Batman) û Veysî Karahanli (Bahtiyar Kendal) jî axaftinek kurt kirin.
NAMEYA GIRTIYAN DAYIKAN HESTEWAR KIR!
Pişt re biraziyê gerîlayê HPG’ê Zekî Şahîn, Ridvan Şahîn nameya ku girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa M’ê ya Êlihê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane şandibûn hate xwendin. Dema name hate xwendin dayik bi hestewar bûn û hêstir ji çavên bariyan. Pişt re ji bo welatiyan xwarin hate dayîn û mewlûd bi dawî bû.