Li Elbakê 4 kes hatin binçavkirin

Li Elbakê 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Wan Elbakê, di serdegirtinên malan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Wan Elbakê, polîsan bi maşînên zirxî îro danê sibê avêtin ser hin malên li taxên Yenîmahalle, Hafiziye û Tepebaşi. Di serdgirtinan de zarokê bi navê T.A. (14), Onûr Demîr (18), Saîm Dûrmaz (24), Şefîk Tekîn (51) hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Elbakê.

Sedema operasyonê nehat hînbûn, lê tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dikare zêde bibe.