Li Efrînê pevçûn didomin: 10 çete hatin kuştin
Li Efrînê pevçûn didomin: 10 çete hatin kuştin
Li Efrînê pevçûn didomin: 10 çete hatin kuştin
Di pevçûnên ku li Cindêrisa Efrînê didomin de 10 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatin kuştin û wesayîteke doçka li ser hate derbkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên nîvro de di navber hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de li herêma di navber Etma ya Idlibê û Cindêrisa Efrînê de pevçûn derketin û hîn didomin.
Hate gotin ku hêzên YPG’ê navendeke komên çete ya li nêzî Etma hedef girtiye û di encamê de 5 çete hatine kuştin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku 6 ambulansên Tirkiyê kuştî û birîndarên komên çete yên DAIŞ’ê birin Tirkiyê.
Li aliyê din hêzên YPG’ê wesayîtek doçka ya çeteyên DAIŞ’ê hedef girtin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û ziyaneke mezin gihişt wesayîta komên çete.Hate hînbûn ku 2 endamên komên çete jî dema êrîşî gundê Til Dîwa ya Cindêrisa Efrîn kirin hatine kuştin.
Endamên DAIŞ’ ê gundên kurdn ên nêzî herêmê bi hawanan topbaran dikin. Hate gotin ku di encama topbarana li ser gundên Dêr Belût û Mehmediyê yên Cindêrisê de ziyana madî çêbûye û derdora 500 darên zeytûnan şewitîne.
KUŞTIYÊN DAIŞ’Ê DERKETIN 78’AN
Piştî ku şevê din 10 endamên komên çete yên DAIŞ’ê hatin kuştin hejmara kuştiyên êrîşkaran ên di pevçûnên herêma di navbera bajaroka Etma ya Idlibê û Cindêrisa Efrînê de derket 78’an, her wiha gelek birîndar komên çekdar jî hene. Di nava kuştiyan de fermandarê DAIŞ’ê yê Sûriyê Umer El-Şîşanî jî heye û cenazeyê wî ketiye destê şervanên YPG’ê.