Li Efrînê Dewreya Şehîd Fîdan a Jinan bi dawî bû

Li Efrînê Dewreya Şehîd Fîdan a Jinan bi dawî bû

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê Akademiya jinan a dewreya Şehîd Fîdan a perwerdeya siyasî, fikrî û îdeolojî bi dawî bû.

Li Efrînê akadimiya jinan dewreya Şehîd Fîdan a perwerdeya siyasî, fikrî, îdeolajî û dîroka rojhilata navîn ku ji bo jinan hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre endama Yekîtiya Star Zekiya Engîzek axivî. Engîzek komploya 15'ê Sibatê şermezarkir û balkişand ku dewreya perwerdeyê ku dane despêkirn di salvegera 14'emîn a 15'ê Sibatê bi dawî kirine. Engîzek di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ewê heta dawî li fikir û felsefeya Ocalan bişopînin.

Herwiha Engîzek da zanîn ku ewê dewreyên perwerdeya jinan bidomînin û dewreyên din destpêbikin û bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên wan bibin.