Li Efrînê 8 sivîlên din hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê herî kêm 8 sivîlên din revand. Ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve bi hezaran sivîl hatin revandin. Di nava sal û nîvekê de herî kêm 227 sivîl hatin qetilkirin.

Çavkaniyekî din ji navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên ‘Lîwa El-Weqas’ sivîlan direvîne û ji bo berdana wan jî pereyan dixwazin. Hate gotin ku çeteyan di 9’ê Mijdarê de 2 welatiyên ji gundê Enqelê û Senarê revandin, navê wan Ibrahîm Ebdo û Zekeriya Mihemed e.

Her wiha traktorên wan ên çandiniyê jî dizîn. Çeteyan li şûna berdana wan 3 milyon lîreyên Sûriyê ji her kesekî xwest.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk di 12`ê Mijdarê de 6 sivîl ji gundê Kebaşîn revandin. Navên wan wiha ne: Ismayîl Cimo Heyder, Hisên Ebdo Mihemed, Xesan Lûeyî Îso, Dahêr Silêman Ebid û Mihemed Ebdilqadir Hindî.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El-Şam kesên revandin, birin zindaneke taybet li gundê Iskan ê navçeya Şêrawa.

Her wiha li navenda bajarê Efrînê di 12`ê Mijdarê de çeteyên Tirkiyê ciwanê bi navê Ferhad Şêx Ebdî ji pêşiya dikana wî revand, der barê çarenûsa wî û malbata wî de heta niha tu agahî tune ne.

Ji destpêka sala 2018'an dema destpêkirina êrişên dagirkeriyê û vir ve bi hezaran kes hatin revandin. Ji bo piraniya wan fîdye hate xwestin û bi rêk û pêk êşkence li kesên hatin revandin hate kirin û bi rengekî hovane hatin qetilkirin.

Tevî revandinê her wiha çeteyên Sûltan Mûrad ên dewleta Tirk li navçeya Bilbilê gorên li goristana Til Midewirê xera kirin û darên li herêmê hemû ji holê rakirin.

DAGIRKERÎ Û TALAN NÊZÎ DU SAL IN DIDOME

Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk ku di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişên dagirkeriyê kir di 18'ê Adarê de Efrîn dagir kir. Ji dema dagirkeriyê ve sûcên şer bi destê dewleta Tirk tên kirin. Hema bêjin her roj sivîl tên revandin, êşkence li wan tê kirin û tên înfazkirin.

JI ÇILEYA 2018'AN VE HERÎ KÊM 227 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên li ser kantona Efrînê di 20‘ê Çileya 2018‘an ve 167 zilam, 28 jin û 32 zarok qetil kirin û zêdeyî 638 birîndar kirin, di nav de 87 zarok hene. Rêxistina Mafên Mirovan bi kêmanî 6 hezar bûyerên revandinê di nav de revandina jin û zarokan belge kirin, zêdeyî 3 hezaran kesên hatine revandine jî çarenûsa wan ne diyar e. Dagirkeriyê di heman demê de destdirêjî xwezayê û dîrokê kirin. Dagirkeriyê zêdeyî 15 hezaran darên zeytûnan ku temenê wan vedigera 70 salan, 15 hezar darên merx û 10 hezar darên sindiyan û 3 hezar cûreyên din birîn.