Li Efrînê 200 mamosteyên zimanê kurdî amede ne

Li Efrînê 200 mamosteyên zimanê kurdî amede ne

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê di bin duruşmeya "Zimanê me hebûna me ye" de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawername li 200 xwendevanên zimanê kurdî, yên ku wê mamostetiyê bikin belav kirin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku ji bo amedekirina mamosteyan xebatên xwe berdewam dike, dewren ku ji bo mamosteyan hatibû despêkirn bi dawî bû. Bawername li 200 xwendevanên ku êdî dikarin karê mamostetiya zimanê kurdî bikin û wê di dibistanên fermî de mamostetiyê bikin, bi merasîmekî hate belav kirin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bawername li mamosteyên nû hatin belavkirin. Piştî ku mamosteyên nû bawernameyên xwe wergirtin, Endama Saziya Zimanê Kurdî Jîn Efrînî ji mamosteyên nû re axivî û vê peyamê da: ''We bawernameyên zimanê kurdî wergirtin, gerk hûn ji bo parastina zimanê kurdî kar û xebatên xwe zêde bikin û bermahiyên şofînist yên ku rêjîma Bass li ser zimanê kurdî kiriye hûn hewl bidin bi dawî bikin."