Li Efrîna kampanya derzîkirina zarokan

Li Efrîna kampanya derzîkirina zarokan

Li Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Cindêrisê ya Efrînê Meclisa Tenduristiya kampanya derzîkirina zarokên yek rojî heta yên 6 salî da destpêkirin.

Li Navçeya Cindêrisê ya Efrînê Meclisa Tenduristiya dest bi kampanya derzîkirina zarokên yek salî heta yên 6 salî ji bo parastina ji nexweşiya sorka û felcbûnê kir. Bi dehan dayikan berê xwe dan oçaxa tenduristiyê ya navçeyê û derzî li azrokên xwe xistin.

Derbarê mijarê de Endama Oçaxa Tenduristiyê Mewlîda Elî destnîşan kir ku pêdiviya zarokan bi derziyên parastinê hene, ji ber wê gereke dayik zarokên xwe bîn ocaxê û derziyan li wan bixin. Peywirdara ocaxa tenduristiyê Sosin Sedo jî bang li hemwelatiyan kir ku zarokên bînin ocaxê û derziyan li wan bixin.