Li Edeneyê mirina leşkerî ya bi guman
Li Edeneyê mirina leşkerî ya bi guman
Li Edeneyê mirina leşkerî ya bi guman
Li Edeneyê leşkerê bi navê Yilmaz Bolat ê di dema guhertina nobetê de ji aliyê leşkeran ve bi birîndarî hat dîtin jiyana xwe ji dest da.
Li Ceyhan a Edeneyê, leşkerê bi navê Yilmaz Bolat (26) ê li Qereqola Jendermeyan a Mustafabeylî wezîfedar, di dema guhertina nobetê de ji aliyê leşkeran ve bi awayekî giran birîndar hat dîtin. Bolat ê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniye jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku di lêkolîna yekemîn de diyar bûye ku ji serê xwe bi guleya çekê birîndar bûye. Cenazeyê Bolat ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê hat kirin.
Der barê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.