Li Edeneyê midûriyeta polîsan hat gulebarankirin

Li Edeneyê midûriyeta polîsan hat gulebarankirin

Li navçeya Yuregîr ya Edenê li taxa Levent du kesên bi motobîsîkletê li dijî Midûriyeta Polîsan a navçeyê ya li ser Cadeya Çukurovayê duh êvarê saet li dora 23.30’an  de êrîş pêk anî.

Polîsek ku di dema êrîş pêk hat nobet digirt û navê wî nehat aşkerakirin birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Başket Yuregîrê. Piştî êrîşê gelek polîsên tîmên taybet veguhestin cihên bûyerê.

Waliyê Edeneyê Huseyîn Avnî Coş hate cihê bûyerê û diyar kir ku du kesan êrîş pêk aniye û destnîşan kir ku derbarê bûyerê de xebat dane destpêkirin.