Li Edeneyê heya derengî şevê çalakî
Li Edeneyê heya derengî şevê çalakî
Li Edeneyê heya derengî şevê çalakî
Li taxên Anadolû û Hurriyetê yên navçeyên Seyhan û Yuregîrê yên Edeneyê ciwanan bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê rê li trafîkê girtin û çalakî li dar xistin.
Li taxên Anadolû û Hurriyetê yê navçeyên Yuregîr û Seyhanê yên Edene bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibarê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîna Tirkiyeyê çalakî pêk hatin. Li Bûlvara Guney Kuşak a taxa Hurriyetê û Kolana Çûkûrova ya taxa Anadolûyê ciwan hatin cem hev û rê bi konteynerên çopê û tekereyan ji trafîkê girtin û dîreka mobeseyê dan ber agir.
Ciwanan ji bo PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan qîr kirin. Piştî demekê polîsên hatin cihê çalakiyan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, molotof û bombeyên deng bersiva polîsan da. Hate zanîn ku, bûyeran heta derengî şevê berdewam kir û tu kes nehatin binçavkirin.