Li Edeneyê 6 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê 6 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Seyhan a Edeneyê bi awayekî hevdem bi ser malan de hate girtin û 6 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin.

Li taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê, li taxên Mîthatpaşa û Îsmetpaşa polîsan bi ser malan de girt.

Di serdegirtina malan de bi îdiaya ku tevli xwepêşendanên korsan bûne zarokên bi navê O.Ç, H.T, N.K, M.G, S.S, M.K.  ku temenê wan di bin 18’yî de bûn û kesên bi navê Delîl Koç û kesê bi navê Murat u paşnavê wî nehat hînbûn, hatin binçavkirin.

Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê zarok birine Şaxa Zarokan û yên din jî  birine TEM’ê.