Li Edene şerê çekdarî: 18 birîndar
Li Edene şerê çekdarî: 18 birîndar
Li Edene şerê çekdarî: 18 birîndar
Li navçeya Yuregir a Edeneyê di encama pevçûna navbera zarokan a li Taxa Yunus Emre de ku veguherî şerê çekdarî 18 kes birîndar bûn.
Li navçeya Yuregir a Edeneyê li Taxa Yunus Emre duh di saetên şevê de, kesên ku weke Erebên Riha tên naskirin ji ber sedemeke nayê zanîn li zarokekî ku hat hînbûn ji Sêrtê ye û Kurd e xistin. Li ser vê yekê malbata zarok di saetên sibehê de bertek nîşanî malbata din da.
Nîqaşa di navbera malbatan de her çû mezin bû. Piştî niştecihên taxê jî ketin dewreyê bi sedan kesan êrîşê hevdu kirin.
Di êrîşê de li gel bi karanîna çekan 18 kes birîndar bûn.
Gelek polîs hatin cihê bûyerê û hat hînbûn hê li cih cihan bûyer dewam dikin.