Li Edene, Îzmîr û Stenbolê çalakî hate lidarxistin

Înîsîyatîfa Zarokên Agir li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Edene, Îzmîr û Stenbolê çalakî li dar xist û diyar kir ku 4 fabrîke hatine şewitandin.

Çalakiyên Înîsîyatîfa Zarokên Agir wisa ne:

“Di 21’ê Cotmehê de êvarî li Taxa Sarihamzali ya Seyhana Edeneyê fabrîkaya plastîkê bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de fabrîke hatiye şewitandin.

Di 21’ê Cotmehê de li navçeya Bergamayê ya Îzmîrê beşa depoyê ya fabrîkeyekê hatiye îmhakirin.

Di 21’ê Cotmehê de li navçeya Bergamayê ya Îzmîrê fabrîkeyeke pembo hatiye şewitandin. Ev fabrîka heta ber destê sibehê şewitiye.

Di 20’ê Cotmehê de li Pendîka Stenbolê fabrîkeyeke kabloyan hate şewitandin, ev fabrîke bûye xwelî.”