Li Dûzceyê êşkence li girtiyan kirin, gefa kuştinê xwarin

Wekîlên HDP’ê têkilî êşkenceya li girtîgehan daxuyaniya çapemeniyê dan. Xizmê Girtiyan Gulseren Yildirim got, ji girtiyan re gotine, ‘’An hûn ê serê xwe li ber me bitewînin, an jî em ê we bikujin’’.

Xwişka Abdullatîf Teymûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzce rastî îşkenceyê hat Gulseren Yildirim, diyar kir ku birayê wê jê re gotiye, dema îşkece li wan dikirin, ji wan re digotin ‘Hûn di hembêza dilovan a dewletê de ne. An hûn ê li ber me serê xwe bitewînin, yan jî em ê we bikujin.’

Parlamenenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Zuleyha Gulum, Huda Kaya û xwişka Abdullatîf Taymûr ê girtî Gulseren Yildirim, derbarê îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Duzce de li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Xwişka Abdullatîf Teymûr a duh çû hevdîtina birayê xwe Gulseren Yildirim destpêkê di civînê de axivî.

Xwişk Guseren Yildirim, diyar kir ku di dema hevdîtina birayê xwe de bi 7 girtiyên din re jî firsenda axaftinê dît û wiha got: “Di ketin û derketin girtîgehê de gelek pirsgirêk hene. Şopên lêdanê li ser canê birayê min hebûn. Girtiyên din jî di heman rewşê de bûn. Girtiyan ji min re gotin xwîn ji destava hin girtiyan hatiye. Gotin hin hevalên wan dikuxin. Dema min sedama vê yekê pirsîn gotin ‘Çend caran ew birine odeyên singerê û bi saetên em di korîdoran de rawestandin. Hemû alavên me belav kirin. 4 rojan li me xistin û destên me paşve kelepçe kirin. Gardiyenên îşkence li me kirin, em birin doktor. Bi awayekê rast û dirûst em derman nekirin. Dema îkençe li me dikirin, digotin ‘Hûn di hembêza dilovan a dewletê dene. Em ê we bikin zilam.’ İşcenceyên giran bi me kirin.’ Ez banga hestiyarî û piştgiriyê li raya giştî dikim.”

‘LÊPIRSÎN DEST PÊ KIRIN’

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî, da zanîn ku piştî guhertina midûrê girtîgehê, êrîş zêdetir dibin û wiha axivî: “Bi ferman midûrê nû îşkece hatiye kirin. 4 rojan girtî îşkence kirine û avêtine odeyên singer. Piştî bûyer hat bihîstin hevalên me yên parêzer çûn girtîgehê. Hat gotin ku dozger lêpirsîn daye destpê kirin. Em dizanin ev lêpirsîn jî dê bê encam bimîne. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku peywira xwe bîne cih, lêpirsîn û lêkolînek bi bandor bi rêve bibe.”

'LI PIŞT ME POLÎS Û LI PÊŞBERÎ ME JÎ KESÊN NÎŞANEYA GUR ÇÊDIKIRIN HEBÛN’

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî, anî ziman ku wan duh xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Duzce daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê hatin astengkirin û wiha bilêv kir: “Bi armanca piştevaniya bi malbatan re me duh xwest em li ber Girtîgeha Duzce daxuyanî bidin. Lê li pişt me polîs û li pêşberî me jî kesên nîşaneya gur çêdikirin hebûn.”