Kurdên ku daxwaza anîna xwar a posterên Ocalan a polîsan qebûl nekrin, posterên Ocalan hildan û li ba kirin, li dijî qedexeyan li ber xwe dan.
43 saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Ermenî, Asûrî-Sûryanî û Elman ên li dijî qedexeyên sembolên saziyên Kurd û demokrat ên li Elmanya û zextên AKP’ê û MHP’ê yên li Tirkiye û Kurdistanê, hatin ba hev, xwstin îro meş û mîtîngekê lidar bixin. Meşa ku bi rojan amadekariyên wê dihate kirin du roj mayî polîsên Elman biryar dan k udi meşê de wê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên Kurd neyên bilindkirin.
Li dijî vê biryarê pêvajoya hiqûqê hate destpêkirin, lê ti encam nehat bidestxistin. Di saetên sibehê de di serî de Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanya, Faransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda û Avûstûrya ji bo meşê li Dusseldorfê kom bûn.
Ji ber nakokiyan meş 2 saetan piştre destpê kir. Deh hezar kesên ji du baskan ve kom bûn li pey pankarat “No Pasaran” dest bi meşê kirin. Bi vekirina posterên Ocalan re dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin. Piştî meşa 15 deqeyan her du bask li Heînrîch-Heîne Alleeyê gihiştin hev. Piştî demekê girseyê bi hezaran posterên Ocalan hildan û meşa xwedomandin. Li ser vê polîsan hemû rêyên Heînrîch-Heîne Allee jî di nav de hemû rêyên herêmê li çûn û hatinê girtin, xwestin meşê asteng bikin.
BERXWEDANA KURDAN QEDEXE TAR Û MAR KRIN
Tevî hemû zext û êrîşên polîsan girseyê posterên Ocalan neanîn xwar, dirûşim qîr kirin. Li ser vê hêzeke mezin a polîsan êrîşî girseya çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin, kirin. Di êrîşa tde gaz, jop û TOMA hatin bikaranîn de gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin binçavkirin. Polîsên Elman bê ku bêjin jin, kal û zarok serî li şidetê dan, êrîşa li ser girseyê êrîşên polîsên Tirk ên li kolanên Amedê anîn bîra mirovan.
Li dijî êrîşê ciwanên Kurd ketin berxwedanê. Kurdên li dijî êrîşa TOMA û gaza bîberê li ber xwe dan dirûşama “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Di saetên piştî nîvroyê de li rêya Heînrîch-Heîne Alleeyê bi hezaran posterên bi rengên cuda yên Ocalan hatin hildan û li ba kirin. Di vê navberê de tevî anonsên polîsan jî ciwanên Kurd ala mezin a PKK’ê vekirin û berxwedana xwe domandin.
Li dijî êrîşên polîsan berxwedana Kurdan a 5 saetan bi mîtînga li Heînrîch-Heîne Allee hate lidarxistin ve bi dawî bû. Tevî hemû êrîş û israrên polîsan jî heta saetên şevê posterên Ocalan li ba hatin gerandin, di axaftinên hatin kirin de nêzîkatiya Elmanya hate rexnekirin.
‘KURDAN GUH NEDAN QEDEXEYAN’
Li vir ewilê Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û nêzîkatiyên polîsên Elman şermezar kir, anî ziman ku wê li dijî qedexeyan li ber xwe bidin. Koç wiha got: “Dewleta Elman, daxwazên Erdogan pêk anî, bi qedexekirina sembolê me, asteng dike. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Têkoşîna me ya hiqûqî wê bidome. Îro jî tevî hemû qedexe û êrîşên polîsan jî gelê me posterên Ocalan neanîn xwar tim hildan jor, li ber xwe dan. Me serî ne tewan û em gihiştin armanca xwe, divê her kes vê wisa bibîne.”
‘SERHILDANÊ MEZIN BIKIN’
Hevserokê HDK-E’yê Demîr Çelîk jî bal kişand ser berxwedana Ocalan û wiha got: “Îro li çiyan û Rojava agirê azadiyê tê pêxistin. Çavê hemû gelê me li wir e. Em jî li vir li dijî faşîzm û zextan li ber xwe didin. Her kes serhildanê didomîne. Heta Ocalan azad bibe wê her hefte berxwedana me bidome.”
Suleyman Gurcan ê li ser navê Komîteya Amadekr jî axivî nêzîkatiyên polîsên Elman şermezar kir.
Gurcan pêkanînên polîsên Elman a îro ne ji yên polîsên AKP’ê cuda bû û wiha anî ziman: “Kiryar heman tişt bû. Divê her kes vê baş bizanibe, em teslîmî zext û êrîşan nabin, em ê berxwedanan xwe bidomînin û serî natewînin.”
Parlemeterên Partiya Çep Anderj Hûnko ê xîtabî gel kir, êrîşa polîsan a li ser meşê şermezar kir, anî ziman ku vê yekê qebûl naikin. Hûnko, qedexeya li ser posterên Ocalan jî şermezar kir û bang kir ku êrîşên li ser Kurdan dawî bikin. Hûnko destnîşan kir ku divê biryara qedexeya li ser posterên Ocalan, alên PKK’ê, YPG û YPJ’ê bê rakirin.
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bi dawî bû.