Li Dusseldorf û Den Haagê çalakiyên jinan

Li Dusseldorf û Den Haagê çalakiyên jinan

Ji bo sê jinên siyasetmedar ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê û Den Haag ê Holandayê çalakiyên protestoyî hatin li darxistin.

Ji bo 3 jinên Kurd ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatine qetilkirina, ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku her hefte roja çarşemê çalakiya “em edaletê dixwazin” pêktên, vê hefteyê jî dom kir.

Di çalakiya protestoyî ya ku li ber Konsolosa Fransa ya li bajarê Dusseldorfê pêkhat, vê carê li tutikan xistin. Di çalakiya ku bê navber slogan û belavok hatin xwendin de, hate xwestin ku kujer bêne dîtin û bêne darezandin. Di çalakiya ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin de bê navber sloganên “Sakîne li vire, Fîdan li vire, Leyla li vire” hatin qîrîn.

LI DEN HAAGÊ ÇALAKIYA NOBETÊ

Vê hefteyê jî li ber Konsolosa Fransa a li bajarê Den Haag yê Holandayê jinan çalakiyek li darxistin. Jinên ku pankarta “di roja 168’mîn de komkujî nehate ronî kirin” vekirin û bênavber sloganên ku daxwaz dike kujerên komkujiyê bêne dîtin hatin qîrîn.

Di heman demê de çalakiya ku li rastî La Haye Dîwana Edaletê jî hat, têkildarî çalakiyê agahî dane gelek xwecih û turîstên biyanî. Her wiha belavok hatin belavkirin. Jinên ku li Den Haagê jiyan dikin tevlî çalakiyê bûn. Dê di heftiya pêş me de, ji ber ku 6 mehên xwe tije dike û hêjan kujer nehatine dîtin, dê bi mitîngek girseyî bê protesto kirin.