Li Dusseldorf çalakiya edaletê

Kurdistaniyên li Dusseldorfê û endamên FEDA vê hefte jî ji bo ronîkirina Komkûjiya Parîsê, li ber Sefaretxaneya Fransa ji kujerên esas û hevkarên wan hesab xwestin.

Kurdistaniyên li Dusseldorfê û endamên Dergeha Leverkusen (FEDA) vê hefte jî ji bo ronîkirina komkûjiya Parîsê ku her sê şoreşgerên jin Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovîtî hatin qetil kirin, li ber sefaretxaneya Fransa ji kujerên esas û hevkarên wan hesab xwestin.

Li ser daxuyaniya ku di ANF de hatibû weşandin, der barê Komkujiya Parîsê de pêvajoya lêpirsînê qediyaye û eger alî di nava mehekê de li dij dernekevin, wê dozger berî destpêkirina dozê biryara xwe ya dawî bide, Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn bi daxuyanî û dirûşmên xwe banga edaletê kirin û bal kişandin ku wê timî lî li pey şopên Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan bin, wê ti car destûr nedin ku komkujî bê jibîrkirin û bê hesab bimîne.

Di dawiya çalakiyê de timûtim bi Almanî diruşma: “Berxwedan xwedî naveke- Ew jî Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e!” rastî eleqeyek zêde ya kesên biyanî hat.

...