Li Dûîsbûrg û Zurihê li ser komkujî Meraş û Roboskî semîner hate lidarxistin
Li bajarê Dûîsbûrg yê Elmanya û bajarê Zurîh ê Swîsreyê têkildarî komkujiyên Meraşê û Roboskî semîner hate lidarxistin.
Li bajarê Dûîsbûrg yê Elmanya û bajarê Zurîh ê Swîsreyê têkildarî komkujiyên Meraşê û Roboskî semîner hate lidarxistin.
DÛÎSBÛRG
Semînera ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Dûîsbûrgê (NCDK) hatî lidarxistin, dibin pêşengtiyaKonnfederasyona Karkên Tirkiyeyî yên Elmanya, Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya, Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA), Kongrerya Demokratîk a Gelan-Ewropa (HDK-E), Hewldana MARAŞ’ê, Mala Êzidiyan û NCDK-Dûîsbûrg te hate organîzekirin.
Rojnamevan Huseyîn Narli, li ser navê HDK-A Elîd Sonzamanci, nûnera FEDA Ayetn Şîmşîr, şahîda komkujiya Meraşşê Fîdan Kabayel, nûnerên Êzîdiyan, Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gurcan, berdevkê çapemeniyê yê AGÎF Onûr Guler, nûnerê Mala Êzidiyan Osman Çelîk ku weke axaftvan beşdarî semînerê bûyîn axivîn û li ser navê NCDK’ê jî axaftin hate kirin.
Semîner bi deqîqeyekê rêzgirtin ji bo kesên di komkujiya de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir û piştre Nûseyîn Narli axivî û bal kişande li ser pêkanînên biyek şêweyê yên li girtîgehan de.
Nûnerê Mala Êzidiyan Osman Çelîk jî wiha got; “Li Roboskiyê fermana kuştina 34 gundiyan ji aliyê çeteya Qesr/AKP’ê ve hate dayîn. Lê belê dixwazin berpirsyartiyê bixin stuyê tevgera FETO’yê”
ZURÎH
Li bajarê Zûrih ê Swîsreyê jî bi wesîleya salvegera komkujiyên Meraşê û Roboskiyê civînek hate lidarxisitn.
Civîn bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan bi dirûşmeya ‘Ji Meraşê heta Roboskiyê bila faîl bêne darizandin’ hate lidarxistin. Siyasetmerdara Kurd Rojda Yildirim, şahidê Qetlîama Roboskî Farûk Encu û gelek Kurdistanî beşdarî civînê bûn.
Civîn ji bo kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dayîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û destpêkê sînevizyona derbarê Komkujiya Maraşê dike hate nîşandan. Piştre Siyasetmedara Kurd Rojda Yildirim got ku wê hesabên komkujiyên Meraşê, Roboskî û hemû komkujiyên din were pirsin û wiha domand; “Kevneşopiya ruhê komkujiyan di ruhê dewleta Tirk de hê didome. Di komkuijyan de hemû tiştên Kurd ku tê armanckirin tinekirina wan e, dixwazin tirsê bixin nava civakê. Lê niha tevgera azadiyê ya ku gelan avakirî heye. Divê em li xeleka tevgera azadiyê xwe birêxistin bikin û parastina cewherî berfirehtir bikin. Divê bi şîara eger em ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe, têkoşînê biheztir bikin û ji kujeran hesab bipirsin.”
Civîn bi nîşandana sînevizyona Roboskî berdewam kir. Piştre şahidê komkujiya Roboskî Farûk Encu axivî û wiha got; “Komkujiya Roboskî nîşanî me da ku ji bilî têkoşîna hevpar ti şansekî yê me tineye. Dewleta Tirk ku beriya 6 salan ev qetlîam pêk anî, niha ji bo ku veşêre tişta ji dest tê dike. Lê me bi Elewî, Sunnî, Ermenî, Tirk, Kurdan rer bi hevre têkoşîn kir û polîtikayên jibirkirin û tirsandinê pûç kir. Ji bo vê careke din li vir didim diyarkirin ku heta em hesabên komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên li Kurdistanê nepirsin dev ji têkoşîna xwe bernadin.”