Li Dûîsbûrg û Munsterê merasîmên Hefteya Qehremantiyê hate lidarxistin

Li bajarê Dûîsbûrg û Munster ên Elmanyayê merasîmên Hefteya Qehremantiyê hate lidarxistin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel çalakiya Hefteya Qehremantiyê li dar xist.

Merasîm bi tevlîbûna sedan kesî ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Resûl Yuksel û li ser navê KCDK-E Ahmed Kobanê, şahidên şerê li Kurdistanê di merasîmê  de axivîn û soza girêdanbûna ji bo şehîdan hate dayîn.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

MUNSTER

Li bajarê Munsterê jî ji bo Hefteya Qehremantiyê merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm  li Navenda Çanda Kurd a Munsterê hate lidarxistin û malbatên şehîdan, nûnerê KOMAW Mehet Sûrûçî û gelek kes beşdar bûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û di şexsê Berxwedana Serdemê de şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.