Li DTCF'ê di navbera ulkucu û ciwanên welatparêz de pevçûn

Li DTCF'ê di navbera ulkucu û ciwanên welatparêz de pevçûn

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî pevçûna di navbera ulkucu û xwendekarên welatparêz demokrat û şoreşger ên DTCF'ê yên li Zanîngeha Enqere destpê kirin, kir. Dekantiya DTCF'ê hefteyek navber da dersan.

Duh li Fakulteya Erdîngarî Dîrok û Ziman (DTCF) ya Zanîngeha Enqere (AU) di navbera ulkucu û xwendekarên welatparêz demokrat û şoreşger de bûyeran destpê kiribûn û îro jî bûyeran berdewam kir.

Serê sibê her du kom di ketina dibistanê de rastî hev hatin û pevçûn dîsa derketin. Pevçûnan heta nîvro berdewam kirin. Polîs bi biryara rêveberiya dibistanê ket baxçeyê dibistanê. Piştî polîs ketin baxçeyê dibistanê koma ulkucu ji dibistanê hate derxistin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên welatparêz û demokratîk kirin.

Xwendekaran ji bi kevir û şîşeyên soda bersiva polîsan da û pişt re belavbûn. Polîsan xwendekarên ulkucu ji dibistanê dûr xistin û xwendekarên çepgir jî dîsa li dibistanê dest bi kombûnê kirin.

Dekantiya DTCF'ê jî ragihand ku, hefteyekê navberê didin dersan û rageşî berdewam dike.