Li Dortmundê ji bo Çekdar Cîlo merasima bîranînê

Li Dortmundê ji bo Çekdar Cîlo merasima bîranînê

Gêrîlayê HPG’ê Servet Fîdan bi nasnav Çekdar Cîlo ku di meha Cotmehê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, dê li bajarê Dortmund yê Almanyayê bi merasimekê bê bîranîn.

Gêrîlayê HPG’ê Çekdar Cîlo yê ji navçeya Cizîr ya Şirnexê ku 23’ê Cotmehê di encama pevçûna navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk yên li bejahiya gundên Pax û Şekerman yên ser bi navenda Dêrsimê ve operasyon dabûn destpê kirin de li gel hevalên xwe Suat Akin binas nav Rojhat Batman yê ji Êlihê, Nasir Ruhîzad binas nav Aso Mahabad yê ji Mihabadê û Firat Begun bi nas nav Avareş Firat yê ji Amedê jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê gêrîla Çekdar Cîlo roja 3’ê Mijdarê di bin êrîşên polîsan de ji aliyê hezaran kesî ve hatibû defin kirin.

Malbata gêrîla Cîlo ku li bajarê Dortmund yê Almanyayê jiyan dike, dê Çekdar Cîlo û hevalên wî sibe bi merasimekê ya li Navenda Çanda Ehmedê Xanî bibîrbîne. Merasima bîranînê dê sibe di demjimêr 13.00’an de pêk bê.

Çav lê ye ku malbatên li Dortmund û derdorên wê yên zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane jî tevlî merasima bîranînê bibin. Dê di merasimê de gêrîlayên ji Cizîrê Gerdan Uyman (Arîn), Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cizîr) û Halîl Guler (Serbest Harûnî) ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn. Navenda Çanda Ehmedê Xanî bang li Kurdistaniyên li Dortmund û derdorê wê kirin ku bigirseyî tevlî merasimê bibin.